NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, DBP û DEM Partiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de daxuyanî dan û diyar kirin ku parastina maf û azadiyan yek ji hêmaya bingehîn ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
TJA: MAF Û AZADÎ HÊMAYÊN BINGEHÎN ÊN CIVAKA DEMOKRATÎK IN
TJA’yê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got: “10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, careke din bi bîra me dixe ku divê civak li ser bingeha aştî, edalet û wekheviyê bên xurtkirin. Weke Tevgera Jinên Azad, em careke din dibêjin ku parastina maf û azadiyan, hêmayên bingehîn ên avakirina civakeke demokratîk in.”
DBP: ARMANCA PÊVAOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK JIYANEKE MIROVANE YE
DBP’ê jî di daxuyaniya xwe de got ku bêyî ferq û cudahî were kirin hemû mirov xwedî mafê jiyaneke azad û birûmet in û wiha hate gotin: “Têkoşîna gelê Kurd a nîvesir ku ji avakirina Tirkiyeyê heta niha tune tê hesibandin, di heman demê de têkoşîna maf û hiqûqê ye. Gelê Kurd ku hebûna wan tune hatiye hesibandin, ji bo hebûna wan were qebûlkirin û ji bo jiyaneke mirovan e daxwaza statuyê kir û xwest mafê wan ê jiyanê bê naskirin. Lêbelê hemû mafên gelê Kurd hatin binpêkirin. Berxwedana hebûnê ya gelê Kurd ku nîvesre didome, mafên bingehîn ên mirovan dike mirov, daxwazên demokrasî, azadî, wehkhevî û hwd. xist rojeva siyasî ya Tirkiyeyê. Gelê Kurd ku ji mafên xwe yên herî însanî jî bêpar hat hiştin, tevî her tiştekî jî ji têkoşîna xwe ya maf û azadiyan paşvegav neavêt. Li dijî siyaseta mirinê siyaseta aştiyê her tim zindî hişt û li ser vê bingehê jî têkoşîneke mezin a mafên mirovan da.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku deriyeke di encama vê têkoşînê de hatiye vekirin e, armanc dike ku jiyaneke mirovane li tevahiya welat serwer bibe û gel bikarin hemê mafên xwe yên însanî û bingehîn bi awayekî azad bi kar bînin. Ev pêvajoya ku hiqûqa gerdûnî esas digire, li gel mafên mirovan ên şexsî, di heman demê de armanc dike ku maf û hiqûqa hemû cudahiyên li welat jî bi destûra bingehîn bên misogerkirin. Ji ber vê ye ku DBP, serkeftina pêvajoya di mezinkirina têkopşîna mafên mirovan anku di mezinkirina têkoşîna wekhevî û azadiyê de dibîne.”
DEM PARTÎ: BANGA 27’Ê SIBATÊ JI KRÎZA NAVNETEWEYÎ RE RÊYEK VEKIR
DEM Partiyê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hefteya mafên mirovan a îsal ji bo Tirkiyeyê xwedî wateyeke cuda ye û got: “Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, rewşa bêpevçûnî çêbû û hêviya aştiyê aj da. Birêz Abdullah Ocalan, bi banga xwe ya 27’ê Sibatê re çareseriyeke nû pêş xist û berevajî krîza navneteweyî ya li Rojhilata Navîn kûr dibe, rêyeke çareseriyê vekir û hêviya aştî û demokrasiyê afirand. Bi vê boneyê 10’ê Kanûna îsal, yek ji wan roja ye ku li gel mafên mirovan, divê têgehên aştî û demokrasiyê ji her demê bêhtir bên axaftin û xwedî lê were derkevin.”
Ji qeyûman heta girtîgeh, qedexekirina çalakî û xwepêşandanan, di daxuyaniyê de gelek binpêkirin hatin rêzkirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di sala 77’an a qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de, di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk a welatê me de, di têkoşîna mafê û azadiyên civakî de; em bang li hemû partiyên siyasî û avadaniyan, bang li hemû derdorên civakî û rêxistinên civaka sivîl ku weke muxatabên xwezayî yê pêvajoyê dibînin dikin ku mafên mirovan biparêzin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
