BEDLÎS- DEKÛP'ê gotinên zayendî û nijadperest ên li dijî Leyla Zanayê Protesto kir.
Li Bedlîsê, Platforma Saziyên Demokratîk (DEKÛP) êrişa zayendperest û nijadperest a li dijî Leyla Zanayê protesto kir. Gelek kes beşdarî daxuyaniya li ber ofîsa navçeya Tetwanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn. Pankartek bi nivîsa "Leyla Zana rûmeta me ye" hat daliqandin.
Hevserokê Şaxa DEM Partiyê ya Bedlîsê Sîdar Karaçelîk ku daxuyanî da, got ku êrişa li dijî Leyla Zanayê êrişeke li dijî jinan bû û ne bûyerek ji rêzê bû. Sidar Karaçelik banga têkoşîna rêxistinkirî li dijî êrîşan kir.
Daxuyanî bi dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Leyla Zana rûmeta me ye" û çepikan bi dawî bû.
