ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan re hevdîtinê bike.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê sibe bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan re hevdîtinê bike.
Hevdîtina bi Ozel re dê sibe saet di 12.00’ê de li Navenda Giştî ya CHP’ê bê kirin.
Hevdîtina bi Aslan re jî dê saet di 16.00’ê de li Navenda Giştî ya EMEP’ê were kirin.
