Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe

  • jin
  • 16:08 12 Tebax 2022
  • |
img
AMED - OHD û TUHAYDER ragihand ku li Girtîgeha Amedê ya Jinan weqayên vîrûsa koronayê belav dibin û pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî hene. 
 
Li Girtîgeha Amedê ya Jinan her roja ku diçe mafên girtiyên jin hin zêdetir tên binpêkirin. Parêzerên OHD’ê û TUHAY-DER’ê li girtîgehê serdana girtiyan kirin û têkildarî binpêkirinên mafan ku li girtîgehê diqewimin daxuyaniya nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin xwarina ji girtiyan re tê bi pirsgirêk e û hema bêje xwarinê tê dayîn nayê xwarin. Di daxuyaniyê de hat gotin gelek jin ji ber xwarin nepaqij e û paqijiya li girtîgehê kêm e gelek girtî nexweş dikevin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îdareya girtîgehê ji ber girtiyên siyasî ne cihêkariyê dike. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandina nameyan hatiye biharkirin û fatûreyên ceyranê jî hatine bihakirin. Di daxuyaniyê de hat gotin weqayên vîrûsa koronayê zêde bûne û ji ber tevdîrên koronayê hatine rakirin, kelûpelên paqijiyê nadin girtiyan û lewma her roja ku diçe weqa zêdetir dibin.