Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e

  • jin
  • 18:52 12 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Hevserokê KODAR'ê yê berê û Endamê Meclîsa Rêveberiya PJAK'ê Rêzan Cavîd ê di êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest da, di şîna wî de wiha got: “Serê te qasî daristanên Qendîlê bilind e.”
 
Di 10’ê Tebaxê de Desteya Karûbarên Navxweyî ya Herêma Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Fermandarê PJAK’ê û hevserokê berê yê KODAR’ê Rêzan Cavîd (Yûsûf Rêbanî) di 6’ê Tebaxa 2022’an de li Taxa Sana ya bajarê Qamişlo di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Cavîd li mala wî ya li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê şîn hate dayîn. Piştî ragihandina şehadeta Cavîd li pey hev xelkê herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan mala Cavîd.
 
Dayika Cavîd a di şînê de axivî wiha got: “Ez dayîka Rêzan Cawîd im, xwe dikim qurban. Te ez mezin kirim, serê te bi qasî daristanên Qendîlê bilind e. Ez qurbana sempatîzanên te bibim, ger ez bimirim çavên te şa bibin.”
 
Şîna ji bo Cavîd li ber deriyê mala wan a li Kolana Seyyîd Nîzam a Taxa Şafiya hatiye danîn, wê berdewam bike. 
 
Rêzan Cavîd Hevserokê Berê yê Civaka Demokratîk û Azadiya Kurdistanê (KODAR) û endamê berê yê Desteya Rêveber a Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) bû. Ji sala 2003’an ve di nava têkoşîna azadiya gelê kurd de cih girtibû û di 6’ê Tebaxa 2022’an de li Qamişlo di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da.