Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin

  • jin
  • 14:02 6 Adar 2024
  • |
img
WAN - Jinên di Girtîgaha Sîncanê de tên ragirtin ji dayikên di Nobeta Edaletê ya Wanê de cih digirin re name şandin û wiha gotin: “Bi têkoşîna we ve hate fêmkirin ku alîgirên şer dê nikarin têkoşîna aştiya civakî ya we asteng bikin. Feza jî şahida vê berxwedanê ye.” 
 
Jinên Girtî yên siyasî ên di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tên ragirtin, ji çalakvanên jin ên tev li Nobeta Edaletê ya Wanê bûne re name şandin. Name ji hêla Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, girtiyên ji doza Kobanê Zeynep Olbecî, Aynûr Aşan û Zeynep Karaman ve li ser navê 60 girtiyan hate şandin. 
 
Nameya ku di 26’ê sibata 2024’an de bi kurdî hatiye nivîsandin wiha ye: 
 
“Em hêvî û daxwaz dikin ku hûn baş bin. Em çalakiya we ya li dijî tecrîdê silav dikin. We bi me re pir êş kişand û hûn hêj jî dikêşin.  Erê! Em kurd in, bi cih û war in, dewlemendê fikra aştiyê û azadiyê ne lê yên li hemberî me; neyarê aştiyê û azadiyê ne. Ev jî barê we girantir dike. Lê hûn serwextin ku gerdûn bi hesrata aştiyê dinale. 
 
Dayikên rûmet; em dizanin 'da'- yik ji koka 'da' yê tê. Gelek pozîtîvîstan 'dayikê' weke tenê yên ku zarokan çêdikin şîrove kirin. Lê we bi berxwedana aştiyê û azadiyê vê şîroveya wan pûç kir. Dayikên Aştiyê; jiyan, azadî, wekhevî xwezayî 'da'. Ev jî ji bo jinan û civakê berxwedaneke bêhempa ye. 
 
Hûn fîlozofê sazkarên aştiyê ne. Lewma jî kêliya destpêka sazkariyê ramanên we, yên ji bo aştiyê heman demê de destpêka têkoşîna hevjiyana azad e. Ji vê sedemê şerxwaz, hemû amûrên şer li dijî we seferber dikin. Dixwazin aştiyê di tecrîda teqez rawestînin. Bi berxwedana we re hat zanîn ku hêza şerxwazan nikare têkoşîna aştiya civakî rawestîne; gerdûn jî şahide vê berxwedanê ye. Dîsa cîhan şahid e ku hewcehiya vê serdemê tênê aştiya civakî ya gerdûnê ye. Reng û dengê we qîra, êdî şer bes e, aştiya civakî terî xwarin, vexwarin û parastinê dike. 
 
We di gotina xwe ya dîrokî de: Em ne têhnî, ne birçî ne; em ne bê cih û ne jî bê war in; em pêxas û taziyê aştiyê ne. Em li vir in, em ji vir in, li dijî şer û tecrîdê; berxwedêr in. 
 
Em wek nêzî 60 jinên têkoşer ji qada berxwedana Sîncanê çalakiya we ya ku tev li dengê me dibe silav dikin. Em we tevan, yek bi yek ji dil û can hemêz dikin. Heta tecrîta rûreş ji ser Rêberê aştiyê birêz Abdullah Ocalan ranebe û pirsgirêaka kurd bi riya demokratîk çareser nebe, em ê her dem bi reng û dengê wer re bin."