Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin

  • jin
  • 15:36 6 Adar 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li gelek bajaran di çarçoveya 8’ê Adarê de hatin gel hev, ji bo mitîngên 8’ê Adarê bang kirin û gotin: “Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin.” 
 
Çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran bedewam kirin. Jinên ku li gelek bajaran hatin gel hev, ji bo mitîngên 8’ê Adarê banga tevlibûnê kirin. 
 
ŞIRNEX
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Çand û Wêje ya Jinan (KASET) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li mezreya Cema ya girêdayî bajarokê Bêspîn a Silopiya ya Şirnexê bi jinên koçeran re hate cem hev. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tev li hevdîtinê bûn. 
 
TEŞÎ Û GORE RISANDIN
 
Jinên ku bi kiras û fîstanen xwe tev li bernameyê bûn, di seatên serê sibehê de di coniyan de genimê qutayî di qoşxaneyên mezin de danqut, meyre, maşik û qarî çêkirin. Piştre jinan teşî risandin û gore çêkirin. 
 
BAL KIŞANDIN SER REJÎMA ÎRANÊ
 
Piştre jinan bi klamên xwe govend girtin. Di bernameyê de dîmenên rengîn derketin holê. Di berdewamiya bernameyê de KASET’ê bi lîstîka ku balê dikşîne ser darvekirina jinên rojhilata Kurdistanê û polîtîkayên rejîma Îranê derkete ser dikê. 
 
Bername bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
WAN 
 
Komeleya Yekitî Piştevanî Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) di çarçoveya çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çûn serdana kesên di têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dayîn ên li Goristana Taxa Nû. Hevseroka MEBYa-DER’ê Hanim Kaya, aktîvîstên TJA’yê, namzetên hevşaredariyê yên navçeyan ên DEM Partiyê û gelek jin tev li serdanê bûn. 
 
Di serdanê de ji ewil rêz hate girtin û piştre jî Hanim Kaya axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Kaya, got ku heke azadiyek çêbibe dê ev yek bi pêşengtiya jinan bibe û wiha axivî: “Em li ser gora hevalên xwe yên di têkşîna azadiyê ya jinan de û ji bo gelê kurd jiyana xwe ji dest dayîn soz didin ku heta em xeyala wan a azadkirina Kurdistanê pê tînin dê têbikoşin.” Kaya, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şermezar kir û wiha got: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, tecrîdkirina jin û ciwanan e. Dema jin azad bûn dê her tişt azad bibe. Dê azadî bi pêşengtiya jinan bibe.” 
 
Piştî axaftinan, jinan qurnefîl danîn ser gorên gelek jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û dua kirin. 
 
HEVDÎTINA JINAN 
 
TJA’yê li navçeya Qelqeliyê bi jinan re hevdîtin kir. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û namzeta şaredariya Qelqeliyê Sakîne Kutpinar û gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Jinan bi pankarta “8’ê Adarê pîroz be” ber bi navenda bajar ve meş li dar xist. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Jin, heta pêşiya avahiya partiyê meşiyan û li vir ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. 
 
Namzet Şedal li vir axivî û got ku jin bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin û ji bo “Mitînga Mezin a Jinan” ku dê di 8’ê Adarê de li Parka Mûsa Anter li dar bixin banga tevlibûnê kir. 
 
Jinan piştre jî stran gotin û heta demekî dirêj govend gerandin. 
 
STENBOL
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li Beyoglû ya Stenbolê “Pêşangeha Hêviyê” ya ku ji resmên ji hêla jinên girtî ve hatine çêkirin vekir. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û gelek jin tev li pêşangehê bûn. Beştaş, di pêşangehê de axivî û wiha got: “Kedeke pir mezin heye, hêzeke hunerî yê pir mezin heye û hesteke mezin a azadiyê heye. Jinên ku ev resm xêz kirin tenê ji azadiya xwe ya fîzîkî bêpar in. Dîwarên di navbera me de ji holê rakirine. Em jin di hundir de jî bin, li derve jî bin em tudaran berxwedêriya xwe ya azadiyê winda nakin. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ev bi meha ye didome. Tevî mercên nebaş jî berxwedaneke mezin raber dikin.” 
 
AMED
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî li şaxa PTT’ê ya Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji rojnamegerên jin ên girtî re qert û pirtûk şand. Seroka MKG’ê Roza Metîna jî di nav de gelek rojnamegerên jin têkildarî 8’ê Adarê peyam nivîsandin. 
 
EDENE
 
Platforma Jinan a Edeneyê jî li pêşiya PTT’a Cumhuriyetê ya berê daxuyanî da û piştre jî ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Selma Çinkir di daxuyaniyê de axivî û got ku dê di 9’ê adarê saet di 15.00’an de ji Pira Kasim Gulek ber bi Qada Ugur Mumcu ve meşê li dar bixin û banga tevlibûnê kir. Çinkir, wiha got: “Em ê bi hev re deng, gotin û çalakiyên jinan mezin bikin û vê tarîtiyê ji holê rakin.” Piştî daxuyaniyê jî ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê hatin şandin.