Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê

  • jin
  • 09:05 7 Adar 2024
  • |
ŞIRNEX - Jinên Botanê diyar kirin ku ew ê li dijî her cureyên êriş û polîtikayên li dijî jinan di 8'ê Adarê de dakevin qadan û ev bang kirin: "Bi tililiyên xwe û kilamên xwe di qadê de cihê xwe bigirin. Bila 8'ê Adarê jinek jî li malê nemîne."
 
Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ve jinan lezdan xebatên xwe. Jinên ku dê di 8'ê Adarê de dakevin qadan dê careke din daxwazên xwe û navnişana xwe ya tekoşînê diyar bikin. Yek ji navendên ku dê mitînga jinan lê bê li dar xistin jî navçeya Cizîr a Şirnexê ye. Li Cizîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve" bi tevlibûna Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan, parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Koma Aryen û hunermend Rojda Atlag li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dê mitîng bê lidarxistin. Jinên Botanê ji bo mitînga ku jê re rojek mayê banga tevlibûnê li jinan kirin. 
 
'DIVÊ 8'Ê ADARÊ JINEK LI MALA XWE NEMÎNE'
 
Ji jinan Tolê Deger, daxwaz ji jinan kir ku 8'ê Adarê de dakevin qadan û wiha axivî: "Em dixwazin ku serbikevin û serkeftin a me jinane. Em dixwazin weke her gelekî bi zimanê xwe bi azad bijîn. Em doza zimanê xwe û axa xwe dikin. Em jin jî weke her gelekî dixwazin ku zarokên me li ser xaka xwe azad bijîn. Doza me li ser vê ye. Bi vê daxwazê em 8'ê Adarê li Cizîrê kom dibin. Em dixwazin ku hemû jinên Botanê bi tililiyên xwe û klamên xwe di qadê de cihê xwe bigirin. Bila 8'ê Adarê yek jin li malê nemîne û berê xwe bidin qadê. Dem ne dema li malê rûniştinê ye, dem dema li kolanan daxwaza azadiyê ye. Bila dakevin qadan û heqê xwe xwedî derbikevin. Heta kengî em ê koletiyê bikin? Em daxwaza azadiyê dikin werin em mil bi mil daxwaza azadiyê bikin." 
 
'BI TILILÎ Û GOVENDA XWE LI QADAN BIN'
 
Emine Yaliç jî bi lêv kir ku jin di her qadan de tune tên hesibandin û got ku divê ku jin di 8'ê Adarê de ji vê pergala ku wiha dizivire hesab bipirsin û ev bang kir: "Banga min li tevahiya jinên Botanê heye ku bila hemû berê xwe bidin Cizîrê. Her jinek bila rengê xwe diyar bike û li qadan bibêjin 'em jin hene' bila hesabê ji kujerên jinan bipirsin. Bila bes jin bên qetilkirin û bên perçiqandin. Divê ku êdî em nehêlin ku yek jinek bê qetilkirin. Divê ku em jin hemû destê xwe bidin hev û li qadan bin. Mitînga me ya mezin di 8'ê Adarê de li Cizîrê ye, em bang li hemû jinên Botanê dikin; werin em bi hev re bi tililiyên xwe û govendên xwe 8'ê Adarê pîroz bikin. Rojên xweştir û geştir li benda me ne, jê bêpar nemînin." 
 
'BILA BES JIN BÊN KUŞTIN'
 
Meryem Kosen, jî bal kişand li ser giringiya 8'ê Adarê û got ku her erka her jinekî ye ku wê rojê li qadan mafê xwe daxwaz bike û ev tişt anî ziman: "Em jin hemû dilsoz in û bi êş in. Li ku derê jinek bê qetilkirin dilê me dişewite. Werin em bersiv bidin van kuştinan. 8'ê Adarê li Cizîrê mitînga me heye. Gelî dayikno jinan werin em bi tililiyên xwe li qadan bin. Em bi hevre bibêjin, 'bila bes jin bên kuştin' dilê me dişewite. Em jin xweşiyê û aramiyê dixwazin. Bila jinên Botanê werin em destê xwe bidin hev û li Cizîra Botan kom bibin. Bila ev roj bibe wesileya azadiyê û aşitiyê."
 
Muhtebe Keklîk jî anî ziman ku ew ê di 8'ê Adarê de li qadê cihê xwe bigire û got: "Ez bang li tevahiya cîhanê dikim ku 8'ê Adarê dakevin qadan. Em doza aşitî û azadiyê dikin."