Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin

  • jin
  • 09:08 7 Adar 2024
  • |
img

AMED/ÊLIH - Jinan li Amed û Êlihê ji bo 8’ê Adarê de banga xurtkirina têkoşînê kirin. 

Jinan li Amed û Êlihê li dijî kedxwariyê, ji bo parastina mafên hatine bidestxistin û xurtkirina têkoşînê, jin vexwendin qadên 8’ê Adarê.
 
‘FERASETA BAVIKSALAR SIVIK NÊZÎ KARÊ JINÊ DİBE’
 
Hevseroka Sendîkayên Hemû Kedkarên Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) Çagla Sanay balê kişand ser cihêkariya zayendî ya jinên li cihê kar. Sanay, diyar kir ku feraseta baviksalar, bi çavekî biçûk li keda jinê dinêre û wiha axivî: “Dema ku terfiyekê didin jî pêşî girîngiyê didin zilaman. Dema ku em tên kar tim dibêjin dê pirsgirêkên we yên zarok û malê çêbibin.” 
 
‘INYETA ME NÎN E EM BI FERASETA BAVIKSALAR RE LI HEV BIKIN’
 
Senay, diyar kir ku piştî ku qeyûm hatin tayînkirin zext û mobbînga ser endamên TUM BEL-Senê zêde bû û wiha axivî: “Dema ku qeyûm hatin tayînkirin yekemîn saziyên jinan girtin. Ser jinan zexteke mezin û mobbîngê sepandin. Xwestin bi mobbîngê û tacîza devkî me biçewisînin. Ji ber ku ji jinan û ji têkoşîna jinan ditirsin. Ditirsin ku jin di qadeke siyasî de cih bigire. Ji ber ku ew xwedî fereseteke fêlbaz a biviksalar in, têkoşîna bi jinan re wan ditirsîne. Me bi zilamê xwedî feraseta baviksalar re tu caran li hev nekir, aştî nekir û nêta me nîn e ku em li hev jî bikin.”  
 
Sayan bang li hemû jinan kir ku tev li mitînga 8’ê Adarê ya Amedê bibin. 
 
‘DÊ MODELA NÛ JIN PÊŞ BIXIN’ 
 
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Duygu Ozbay jî anî ziman ku dema ku jin bi hev re bin dê rûhê piştevaniya jinan xurt bibe. Ozbay da zanîn ku civakeke nû dê bi pêşengtiya jinan ava bibe û wiha got: “Ji ber ku civaka çanda jinê tunne dihesibîne her roj li her derê krîzan dide jiyîn. Pergala kapîtalîzmê, ya rastî weke hilberîneke mêran derket pêşberî me û êdî em pir bi zelalî pê dihesin ku êdî em nikarin bi pergala kapîtalîzmê re bimeşin. Ji ber wê pêdiviya me bi modeleke nû heye. Em pê bawer in ku dê vê modela nû jin ava bikin.”
 
Ozbay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber di nava xwe de xizaniyê, birçîbûnê, caran têr caran birçîbûnê, caran bi halê birçî razanê û tevî van bi xwe re cihêkariyê tîne. Dema em di vê çarçoveyê de lê dinêrin ji cihêkariya zayendiya civakî herî zêde ser jinan bandor dike. Êdî dibêjin ku xizanî bûye jin. Sedema vê yeke jî şert û mercên kar ên bi destê pergala zilamê serdest hatiye avakirin e .”
 
‘EM BANGA XWEDÎDERKETINA LI NASNAMEYA XWE DIKIN’
 
Ozbay hemû jinan vexwend mitînga 8’ê Adarê û wiha pê de çû: “Dê di 8’ê Adarê de navbera saet 11.00’an heya 17.00’an li Qada Stasyona Amedê mitîngek were lidarxistin. Em hemû hevalên xwe yên jin ji bo xwedî li ked, beden û nasnameya me derbikevin vedixwînin vê mitîngê.” 
 
DESTKEFTÎ DI HEDEFA DESTHILATÊ DE NE
 
Cîgira Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê Sumeyye Gultekîn jî bal kişand ser tundiya li dijî jinan zêde dibe û rola desthilatê ya qetlîaman. 
 
ROLA DESTHILATA AKP’Ê 
 
Aykut da zanîn ku desthilat bi ser Peymana Stenbolê jinan hedef digire û ev tişt gotin: “Bi gotinan rê li ber qirkirina jinan vekirin. Yên ku biryara feshkirina peymanê dane, berpirsê van qetlîaman in. AKP’ê di dema desthilatdariya xwe de li dijî jinan qanûn derxist. Herî dawî di 14’ê tîrmeha 2023’yan qanûneke komî ji Meclisê derbas kirin. Bi vê yekê kesê ji ber “qesta kuştinê 20 salan cezayê hefsê lê hatiye birîn dê 3 sal û 5 mehan, yê ji sûcê “destdirêjiyê” 10 salan cezayê hefsê lê hatiye birîn dê 9 mehan, yê ji sûcên “zayendî” 9 salan cezayê hefsê lê hatiye birîn dê mehekê, yê bi “qesta birîndarkirinê” (li dijî hevjînê) 10 sal ceza lê hatiye birîn dê 9 mehan di girtîgehê de bimîne.” Ev qanûn zilamê qetlîmakar werektir kir. Ev nêzîkatî jî di qetlîamên jinan de rola desthilatê nîşan dide.” 
 
BANGA QADAN
 
Di dawiya axaftina xwe de Aykut bal kişand ser hedefgirtina Peymana Stenbolê ya Hejmar 6284’an û anî ziman ku desthilat dixwaze vê qanûnê bêbandor bike û rake. Aykut bi bîr xist ku ji ber ev qanûn nehat sepandin, 28 jin hatin qetilkirin û da zanîn ku ji bo parastina destkeftiyên jinan divê têkoşîn were domandin. Aykut di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinan kir: “8’ê Adarê ji bo jinan gelek girîng e. Em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin û em ê li dijî qanûnên desthilatê yên ku jinê hedef digirin, têbikoşin. Em li dijî polîtîkayên desthilatê li qadan bin.”