Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin

  • jin
  • 12:49 7 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan bi mebesta piştevaniyê bi namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak re, koma kampanyayê da destpêkirin. 
 
Jinan, bi mebesta piştevaniya namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ku niha girtî ye, koma kampanyayê ava kir. Li ser hesaba platforma medyaya dijîtal a X’ê bi navê “Gültan’la Ankara’ya, Kadınlar Dayanışmaya” hatiye vekirin de bi spota “#GültanKışanak: Çima ez bûm namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê?” dîmenek hate parvekirin. 
 
Di dîmen de parastina Gultan Kişanak a dawî ya di Doza Kobanê de ji hêla lîstikvan Julîde Kural ve hat xwendin. Vîdo ji xebatên Kişanak ên di dema şaredartiyê de û çalakiyên tev li bûye hatiye amadekirin û sedema namzetbûna wê tê vegotin.