Li Wanê êrişî jinekê hate kirin

  • jin
  • 20:24 10 Adar 2024
  • |
img
WAN - Li Wanê jina bi navê Z.Ş. li pêş çavê zarokê xwe bi amûreke bibir rastî êrişî hat. 
 
Hate zanîn ku nêzî Petrola Cem ya li dora Cadeya Îskele ya li navenda Wanê ye, jina bi navê Z.Ş. bi amûreke bibir rastî êrişî hatiye. Li gorî agahiyên ku şahidî vegotin, nasnameya kesê êrişî jinê kirî nehate zanîn û bûyer li ber çavê zarokê jinê pêk hatiye. 
 
Hate zanîn ku jina hate birîndarkirin rakirin nexweşxaneyê û zilamê ku jin birîndar kiriye hêj nehatiye girtin.