Li Hezexê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 11:43 11 Adar 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Melek Saltan a li gundê Xirabê Tûwa ya girêdayî Hezexê dijiya, bi awayekî biguman mirî hate dîtin. 
 
Melek Saltan (21) a li gundê Xirabê Tûwa ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê dijî li mala lê dijî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gorî îdiayên ferdên malbatê; Saltan a duh piştî nîvro kete serşokê, demekî dirêj ji serşokê derneket. Ferdên malbatê yên li ser vê yekê deriyê serşokê şikandin û ketin hundir, dîtin ku Saltan li erdê dirêjkiriye. Saltan a hate îdiakirin ku întîhar kiriye, bi ambûlansa ku gazî cihê bûyerê hate kirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê, li vir hate tespîtkirin ku jiyana xwe ji dest daye. 
 
Tê payîn ku cenazeyê Saltanê piştî kirariyên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bên kirin, dê li gundê wê bê veşartin.