Li Semsûrê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 14:28 11 Adar 2024
  • |
img
SEMSÛR - Naîle Y. ji aliyê hevjînê xwe Abûzer Y. ve bi amûra bibirê hate qetilkirin. Faîlê ku hate binçavkirin got ku “Poşman nînim.”
 
Naîle Y. (71) ya li Taxa Sîteler  a Semsûrê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe Abûzer Y. (72) ve bi amûra bibirê hate qetilkirin. Tîmên tenduristiyê yên bi agahdarkirina cîranan hatin cihê bûyerê, jina birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. Naîle Y. ya rakirina nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Naîlê Y.’yê rakirin morga nexweşxaneyê. Balkêş bû ku faîl Abûzer Y. yê li cihê bûyerê hate binçavkirin û ji bo îfadeyê ew birin miduriyeta polîsan ji xebatkarên çapemeniyê re got ku “Poşman nînim.”