Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin

  • jin
  • 21:37 27 Adar 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê, kuştina jinan û tundiya li jinê şermezar kir û li dijî êrişan banga rêxistinbûyînê kir. 
 
Platforma Jinan a Îzmîrê, ji bo balê bikişîner ser kuştina jinan û tundiya li jinê tê kirin, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Alsancakê dauxyanî da. Di daxuyaniyê de dowîzên li ser "Em dest ji mafên xwe û jiyana xwe bernadin", "Kuştina jinan polîtîk e", "Jin, jiyan, azadî" , "Em ne malbat, em jin in, em ji bo jinên tên kuştin serî radikin" nivîsandî hatin hilgirtin. 
 
Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Pinar Çetînkayayê metna daxuyaniyê xwend.
 
Çetînkayayê diyar kir ku her roj tundiya li jinê tê kirin û kuştina jinan zêde dibe û got ku jin li hemû qadên jiyanê tên qetilkirin. 
 
Çetînkayayê da zanîn ku ji roja ku AKP bûye desthilat heya niha nêzî 8 hezar jin hatine kuştin û got: "Di sala 2023'yan de 315 jin hatin kuştin û 248 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ji detspêka sala 2024'an ve jî 85 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Li vî welatî di 24 saetan de 8 jin tên kuştin." 
 
Çetînkayayê ji bo jiyaneke azad û wekhev banga rêxistinbûyînê li jinan kir û got: "Em dest ji jiyana xwe û mafên xwe bernadin."