Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr

  • jin
  • 12:37 28 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê bi navê E. Uşak li Kutahyayê hevjîna xwe qetil kir. Li Stenbolê jî kesê bi navê Ferhat Karli hevjîna xwe bi giranî birîndar kir. 
 
Kesê bi navê E. Uşak (29) li Kutahyayê bi alavên tûj êrişî hevjîna xwe Esra Uşak (26) kir û bi giranî birîndar kir. Li ser îxbarê, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Esra Uşak ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Evliya Çelebî ya Kutahyayê, jiyana xwe ji dest da. E. Uşak jî hate binçavkirin. Hat zanîn ku Esra Uşak ducanî bû û zarokê wê 3 mehî bû. 
 
STENBOL
 
Li Başakşehîr a Stenbolê jî kesê bi navê Ferhat Karli bi alavên tûj êrişî hevjîna xwe Dîlem Gul Karli (24) kir ku mehe berê biryara hevberdanê dabûn. Li gorî îdiayê; Dîlem Gul Karli 5 meh berê bi Ferhat Karli re zewicî. Ji ber nelihevkirinê, mehek û nîv berê Dîlem Karli biryara hevberdanê da. Li ser vê yekê Ferhat Karli gef li Dîlem Karli xwar, bi alavên tûj birîndar kir, li ser serê wê ma û li benda mirinê wê ma. Li ser îxbara welatiyên li derdorê, polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Ferhat Karli ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û piştî mudaxileya ewil, Dîlem Karli rakirin nexweşxaneyê. Dîlem Karli bi giranî birîndar bû û xetereya li ser jiyana wê didome. Ferhat Karli jî hate girtin û şandin girtîgehê. Hat zanîn ku ji zewaca berê du zarokên Dîlem Karli hene. 
 
Li gorî agahiyan, Ferhat Karli pismamê Umît Karli ye ku mehek berê hevjîna xwe ya dev ji hev berda bûn qetil kiribû.