Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû

  • jin
  • 16:56 1 Nîsan 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên herêmî bi pergala hevşaredariyê re temsiliyeta jinan zêde bû. Li 113 bajêr û navçeyan dê jin di rêveberiyê de cih bigirin. 
 
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê duh Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê pêk hatin. Bi sindoqên ewilî yên hatin vekirin re rêjeya dengan a bajaran diyar bû. Di vê hilbijartinê de partiyên siyasî di temsiliyeta jinan de têk çûn. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi pergala hevşaredariyê îdiaya xwe ya bûyîna “partiya jinan” danî holê. 
 
Li gorî encamên ne fermî DEM Partî 3 bajarên mezin û 68 navend û navçeyan dê pergala hevşaredariyê têxe meriyetê. Ji CHP’ê 34, ji AKP’ê 10 û ji MHP’ê jî jinek weke şaredar hatin hilbijartin. Ji Partiya Îyî jî tu jin weke şaredar nehatine hilbijartin. Bi vî awayî 113 jin di rêveberiyên navend û navçeyan de bibe xwedî gotin. Bajarên ku  jin dê bi rê ve bibin wiha ne: “Şaredariyên Bajarên MeZİN ên Dîlok, Aydin, Tekîrdag, Eskîşehîr, Amed, Wan û Mêrdînê, şaredariyên Afyon, Bîlecîk, Edîrne, Agirî, Êlih, Sêrt, Mûş, Îdir, Colemêrg û Dêrsim.”
 
Li Wanê Şaredariya Bajarê Mezin 3 navend 13 şaredariyên navçeyan ji aliyê DEM Partiyê ve hatin bi destxistin. Di van şaredariyan de jî dê hevşaredarên jin di rêveberiyê de bin. 
 
BAJARÊN KU CARA EWIL JIN BÛN ŞAREDAR
 
Di hilbijartinên 2024’an de navendên Edîrne û Afyonê, navçeya Çeşme ya Îzmîrê, Uskudar û Bakirkoy ên Stenbolê, navçeyên Korkûtelî, Îbradi û Aksekî yên Antalyayê cara ewil jin weke şaredar hatin hilbijartin. Dîsa Gulşah Dûrbay a CHP’î ya li navçeya Şehzadeler a Manîsayê hilbijartin qezenc kir bû şaredara ewil a jin a bajarî.
 
BAJARÊN KU JIN NEHATIN HILBIJARTIN 
 
Li 40 bajaran (navçe jî di nav de) tu jin weke şaredar nehatin hilbijartin. Ev bajêr ku 10 jê bajarên mezin in wiha ne: “Balikesîr, Bûrsa, Hatay, Kayserî, Konya, Meletî, Mereş, Samsûn, Trabzon, Sakarya, Artvîn, Çewlîg, Bolû, Çanakkale, Çankiri, Çorûm, Erzîngan, Gîresûn, Gumuşhane, Isparta, Kırklarelî, Kirşehîr, Kutahya, Nevşehîr, Nîgde, Rîze, Sînop, Sêwaz, Tokat, Ûşak, Yozgat, Zongûldak, Baybûrt, Karaman, Kirikkale, Bartin, Erdexan, Kilîs, Duzce û Osmaniye.”