Sonuk: Li Êlihê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ ew têk birin

  • jin
  • 11:34 3 Nîsan 2024
  • |
img
ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku li Êlihê bi piştgirî û berxwedana gel li dijî xeta dijmina jinan serkeftinek hate bidestxistin û wiha got: “Bi felsefeya jin jiyan azadiyê bersiveke baş dan kesên dixwazin jinan bixin nava qalibekî teng.”
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de encamên balkêş ji bajarên Kurdistanê hatin. Gelê ku piştî hilbijartinên 2019’an bi polîtîkayên qeyûm vîna wî hate xespkirin, çû ser sindoqan û şaredarî paş ve girtin. Yek ji van bajaran jî bû Êlih. Li Êliha di salên 1990’î de bi benên berazan û serê sala 2000’î bi “întîharên” jinan ên biguman hate rojevê, li dijî xeta dijmina jinan, serkeftina têkoşîna azadiyê ya jinan hate îlankirin. Li bajarê ku du xet ketin pêşbirkê namzeta Hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ferqek avêt HUDA-PAR û AKP’ê. 
 
DEM Partiyê 122 hezar (ji sedî 64.52) deng wergirtin, HUDA-PAR’ê 29 hezar û 476 deng (ji sedî 15.70) û AKP’ê jî 23 hezar û 356 deng (ji sedî 12.44) deng wergirtin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ji ajansa me re axivî, diyar kir ku bi berxwedana gel serkeftin hate bidestxistin. 
 
HEVŞAREDARÎ BI SER KET
 
Sonuk, anî ziman ku bi hilbijartinê re li bajêr “şerekî psîkolojîk” jî hate destpêkirin û wiha got: “Em dikarin vê bibêjin; cara ewil e bajarek ev qas zêde dibe hedefa şerê psîkolojîk. Li hemberî me hêzên ku bi hemû lîstikên xwe xebatên hilbijartinê dikirin hebûn. Armanc ew bû ku berxwedana gelê welatparêz û ruhê demokratîk ê Edîp Solma hiştî têk bibin bû. Ji ber ku ev der ji aliyê siyaseta kurd ve cihekî girîng e. Armanc feraseta şaredariya welatparêz ji holê rakirin bû. Wezîrê Karên Hundir ê berê yê AKP’ê Suleyman Soylû, bi gotinên ‘Hûn ê encamên ku me li Êlihê avêtin piştî 10 salên din bibînin’ îtîraf kiribû. Me di vê hilbijartinê de jî bi awayekî aşker dît.”
 
Sonuk, destnîşan kir ku modela hevşaredariyê di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist û wiha berdewam kir: “Hewl dan hişê gel tevlihev bikin. Li Êlihê herî zêde jî modela hevşaredariyê û paradîgmaya jinê hedef hate girtin. Lê gelê me di 31’ê Adarê de bersiveke mezin da. Gelê me pêvajo bi rê ve bir. Yên ku herî zêde tev li xebatan bûn jî jin bûn. Gotin li vir ‘felsefeya jin jiyan azadî’ heye. Me ev di encamên hilbijartinê de dîtin. Li Êlihê peyama peyama dê berxwedan bidome hate dayîn. Ji kesên ku difikirîn jin nikare Êlihê bi rê ve bibe û kesên xwestin jinan bixin nava qalibekî teng re bersiva herî xweş hate dayîn.”
 
‘FERASETA DAIŞÊ TÊK ÇÛ’ 
 
Sonuk, diyar kir ku dê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin û got: “Li Tirkiye û Kurdistanê weke rêjeya deng herî zêde Êlihê deng wergirtin. Her wiha ya ku di navbera wê û partiya duyemîn de ferqekî mezin hebû jî dîsa bû Êlih. Ev serkeftina ciwanan û jinan e. Ev îspata ku gel tev li rêveberiyê bûye ye. Dema me şaredarî dewr girt em ê vê xetê esas bigirin. Bila ev serkeftin ji gelê me re pîroz be.”
 
Sonuk, pankarta “Dê felsefeya jin jiyan azadiyê li Êlihê feraseta DAIŞ’ê tê bibe” ku di Newroza Êlihê de hatibû vekirin bi bîr xist û bal kişand ku bi berxwedana gel ev feraset hate têkbirin. 
 
MA / Fethî Balaman