TJA: 4’ê Nîsanê pîroz be

  • jin
  • 13:46 3 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - TJA’yê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Weke TJA, em 4’ê Nîsanê weke vejîna bi nasnameya azad pênase dikin û dibêjin bila li tevahiya jinan û mirovahiyê pîroz be.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA ), têkildarî 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan “li Kurdistanê hevî jinûve afirandiye.”
 
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye: 
“Li vê erdnîgariya ku felsefeya Jin Jiyan Azadiyê wek tovekî lê reşiya, gelek zayîn çêbûne. Ji bilî mirin, şer û xwînê, Kurdistan her tim bûye cih û warê felsefeyên herî xwereng û bîrdoziyên ku rê li mirovahiyê ronî dikin jî. Dem hat bi qetilxwînên xembar bêdengî lê serdest bû, dem jî hat bi heybeta çiyayên xwe serî li hemberî dîrokê hilda. Li dijî tunebûn û destdirêjiyan, bi hêza ku ji cewhera xwe digire, bû dergûşa serhildanên bi heybet ên herî bi rûmet. Çawa bi can û goşt bibe bila bibe, cewhera vê dîrokê her jin bûye. Lewra ji rabirdûyê ta niha, Kurdistan her bûye cih û warê jinan.
 
Di demeke ku digotin kurd û jin qediyane de, Dayika Uveyş bû dayika serhildanekê jî û îro ji bo me veguherand mîladeke nû. Bi vî awayî li hemberî rastiyê jinê ya ku her tim bi mirinê dihat terbiyekirin, careke din hat bîra me ku bihevrebûna cewherî ya ku ruhê me têr dike Jin û Jiyan e.
 
Bipêşketina Mirovê/a Azad a bi jinê û têkoşînê, baweriya ku em ê sedsala 21’emîn veguherînin sedsala jinan, di şexsê jinên kurd de li cîhanê veguherî hêviyeke nû. Ji gava ewil û vir ve Jin Jiyan Azadî ji diruşmeke ku ji dil û zimanê Mirovê/a Azad derketiye zêdetir bû û îro jî di meşa şoreşa jinan a cîhanê ya bi rengên cuda de bû qîrînek. 
 
EM Ê AZADIYÊ BI DEST BIXIN 
 
Wek TJA, bi hêz û zanîna ku me ji vê felsefe û bîrdoziyê wergirtiye, me îsal careke din daxuyand ku em ê bi heman qêrînê azadiyê bi dest bixin. Bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve’ di vê dema ku me li pey xwe hiştiye de, bi hîndekariya serhildana ku li ber destê dîroka me û dayika me ya Uveyş mezin bûye, me derî li pêvajoyeke nû vekir. Vê pêvajoya ku me wek kampanyayekê daxuyand lê me bi rêxistinbûn û tempoyeke zêde ya ku naveroka wê ji kampanyayekê berfirehtir û xurtir bû, bi hatina biharê re veguherî meşeke bi heybet.
 
JIN JIYAN AZADIYÊ HIŞMENDIYA DAIŞ’Ê TÊK BIR
 
 Vê biryardariya ku ku di 8’ê Adarê de geş bû û di Newrozan de xwe gihand milyonan, pergala qeyûman a ku navê nû yê pergala destdirêjiyê ya li Kurdistanê ye û tevahiya nûnerên hişmendiya desthilatdar a mêrsalar şand cihê ku heq dikirin. Wek ku em li her derê diqîrin; Jin Jiyan Azadiyê hişmendiya DAÎŞ’ê têk bir. Em rojbûna Mirovê Azad ê ku bi kedeke mezin heqîqeta ku jin bi jiyanê û jiyan jî bi azadiyê encax dikare watedar bibe veguherandiye rastiyê; ango hêvî di hemû şert û mercan de veguherandiye serkeftinê, bi vê moral, bawerî û biryardariyê pêşwazî dikin. Jiyana nû ya ku li Kurdistanê ketiye axê û bi keda ku her jinek dide şîn dibe, di şexsê Dayika Uveyş de, bi minetdariyeke mezin a ji bo tevahiya dayikên xwe, em biryardariya xwe ya geşkirina vê jiyanê careke din radigihînin.
Weke TJA, em 4’ê Nîsanê weke vejîna bi nasnameya azad pênase dikin û dibêjin bila li tevahiya jinan û mirovahiyê pîroz be.”