Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin

  • jin
  • 10:44 6 Nîsan 2024
  • |
img
EDENE - Xwendekara zanîngehê Serbu Ece dema li wesayîta xwe siwar dibû rastî êrişa çekdarî ya kesekî hat. 
 
Xwendekara zanîngehê Serbû Ece (22) duh bi şev dema li Taxa Beyazevler a navçeya Çukurova ya Edeneyê li wesayîta xwe siwar dibû, rastî êrişa çekdarî ya kesekê nasnameya wî nehat zanîn hat. Êrişkar ji cihê bûyerê reviya û piştî agahdarkirina welatiyên li derdorê, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Ece, ji lingê xwe birîndar bû û piştî mudaxileya ewilî rakirin nexweşxaneyê. Faîlê bûyerê hêj nehatiye girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.