Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 15:47 6 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Jina bi navê Helîn Altundag li navçeya Wêranşarê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li maleke li Taxa Dîlîmliya Jor a navçeya Wêranşar a Rihayê dengê çekan hat û li ser îxbatê jî komên cendirme û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyên dîtin ku Helîn Altundag û Emîr Altundag bi çekê bi giranî hatine birîndarkirin. 
 
Helîn û Emîr Altundag ên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê, jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Hat îdiakirin ku Helîn û Emîr Altundag întîhar kirine.