Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim

  • jin
  • 09:07 13 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Jina ku yek jê cerdevan rastî destdirêjiya sîstematîk û bişantaj a 4 kesan hat, got: "Kiryaran beraat kirin, lê di vê pêvajoyê de pişetvaniya jinan hêz da min. Heta hesab neyê bipirsîn ez ê bitêkoşim." 
 
Di salên dawî de li gelek bajaran, bi taybetî li Mêrdînê, di sûcên zayendî yên li hemberî jinan de polîtîkaya "necezakirinê" tê meşandin û ev wekî parçeyek ji "polîtîkayên şerê taybet" tê nirxandin. Bûyera ku di Îlona 2023’yan de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê qewimî, ji mînakên herî berbiçav ên vê polîtîkayê ne.
 
Cerdevan Yakûp Akyol û hevalên wî Çetîn Tag, Sûûd Çelîk û Harûn Yilmaz piştî giliya jina 22 salî ku rastî destdirêjiya sîstemat
k û bişantaj a van kesan hatibû, hatin binçavkirin. Kesên îfadeya wan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê de hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ve hatin berdan. dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku "şertê kontrola edlî" dê ji bo kesên navborî biryareke giran be û bi şertê "derketina derveyî welêt" biryara berdana wan da. Di çarçoveya lêpirsînê de çendî di telefona van kesan de dîmenên "êrişên zayendî" yên aîdî jina ciwan derketin jî, bi hinceta mexdûrê piştî sal û nîvekê serî li dozgeriyê daye û jiyana xwe bi awayekî asayî domandiye, biryara neşopandinê hat dayîn. Piştî tiştên hatin serê jinikê belav bûn, jinan piştgirî da w û li ser vê jina mexdûr jî serî li platformên jinan da û doza piştgiriya hiqûqî kir. 
 
Jina ku ji aliyê cerdevan û hevalên wî ve rastî destdirêjiyê hat, tiştên di pêvajoya darazê de hatine serê wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.
 
'GEF LI MIN TÊN XWARIN, EZ Ê ÇAWA BIAXIVIM?'
 
Jina ku demeke dirêj nikaribû ji bandora tiştên hatibûn serê wê xelas bibe, ji bo bi xwe ve bê dest bi têkoşînê kir. Jina mexdûr got: "Tiştên hatin serê min pir giran bûn. Jixwe dozgerî jî dipirse çima ev qas sal ez neaxivîme. A rast dozger ne ew kes in ku bi herêmê, bi nêzîkatiyên malbatan û bi edetan nizanin. Ji ber vê yekê jî şîroveya dozger bêwate bû. Van kesan dest dirêjî min kiribûn û gefê li min dixwarin. Tundî hebû, gefên bi kuştinê hebûn. Her tim gefên recimkirinê hebûn. Tew min çend caran hewl da ku xwe bikujim. Piştî van liv û tevgeran ez bêdeng mam. Ger min karibûya tiştên ku hatine serê min di roja ewil de bigota, wê ev tişt neqewimiyana. Xwezî cesareta min hebûya, lê tune bû. Tirsa min a mezin ew bû ku her ça rmalbat bi hev bikevin. Kî dixwaze tiştekî wiha bibe? Ji ber ku min dizanibû wê kes pişta min negire. Ne tiştekî hêsan bû, zehmet bû û min dîtina dît ez di nav de me." 
 
BI TACIZA DEVKÎ DEST PÊ KIR
 
Jinikê diyar kir ku dema xwendekara lîseyê bûye rastî tacizê hatiye û wiha got: “Yakûp Akyol ajokarê serwîsa me ya dibistanê bû. Ji ber ku Yakûp cerdevan bû, carinan nedikarî were û li şûna wî xÇetîn Tag dihat. Min bi wî awayî ew nas kiribû. Min Sûûd Çelîk jî qet nas nedikir. Piştî vê bûyerê min ew nas kir. Yakûp dema ez diçûm lîseyê bi devkî ez taciz dikirim. Lê min nizanibû wê ev qasî tevbigere. Gava min tacizên wî yên devkî ji dêya xwe re gotin, dêya min ew hişyar kiribû. Min xwestibû ez serwîsa xwe ya dibistanê biguherînim."
 
'BI DÎMENÊN DESTDIRÊJIYÊ EZ ŞANTAJ KIRIM'
 
Jinikê diyar kir ku ji aliyê Yakûp Akyol ve rastî destdirêjiyê hatiye û bi dîmenên dema desdirêjiyê gef lê hatine xwarin û wiha got: “Piştî vê bûyerê Sûûd bi van dîmenan ez şantaj kirim û dixwest ez pê re bim. Dema min qebûl nedikir, li min dixist. Yakûp jî bi heman awayî ez firotim gelek kesan. Wan ez firotim kesên ku ez wan nas nakim. Lê ez dibêjim hevalên wan bûn. Hevalên wan ên cerdevan û serwîsvan bûn. Ez navên wan kesan nizanim, lê eger ez wan bibînim ez ê wan nas bikim."
 
FUHÛŞ LI HIN JINÊN DIN JÎ FERZ KIRIN
 
Jina ciwan da zanîn ku kesên dest dirêjî wê kirine fuhûş lê ferz kirine û got ku wan kesan fuhûş li hin jinên din jî ferz kiriye. Jinikê got: “Herî dawî li Edeneyê fuhûşê li min ferz kirin. Beriya ku ez giliyê wan bikim dê min bibirana Edeneyê. Ne ez tenê, ev tişt anîn serê gelek jinên din jî. Yek ji wan derkeve û biaxive bes e. Hin jê mecbûr man malbata wî nas bikin û hin jê jî mecbûr man bizewicin." 
 
Jinikê bertek nîşanî îfadeya dozger da ku gotiye “bi dilê wê bûye" û got ku îfadeya wê ya li midûriyeta polîsan hatiye guherandin. Jinikê wiha domand: "Eger bi dilê min bûna, çima wê dîmeneke min a ku dem ane li ser hişê xwe bûm bihata kişandin? Ez ji ber destdirêjiyê ducanî bûm û Sûûd Çelîk xwest ez zarok ji ber xwe bigirim. Lê wer xuya ye li hesabê dozge rhatiye ku li wir gotiye 'bi dilê wê bûye.' Dadgehê girtinê zêde dît. Biryareke wiha kir ku baweriya min bi edaletê neyê. Belê, ez bêdeng mam lê gava ez wêrek bûm min xeber da. Ez mecbûr im biaxivim." 
 
'DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN'
 
Jinikê diyar kir ku piştî ku tiştên hatine serê wê di çapemeniyê de belav bûne gelek kesan piştgiriya wê kiriye û got ku piştevaniyê hêz daye wê. Jinikê ku got "Gava min dît jin li pişta min in, ez kêfcxweş bûm. Ger bi vî awayî malbata min jî li pişta min b»ya, ez ê îro ne di vî halî de bûma" xwest di warê hiqûqî de hesab ji kiryaran bê pirsîn. 
 
'PIŞTEVANIYÊ HÊZ DA MIN, EZ NATIRSIM'
 
Jinikê axaftina xwe wiha domand: “Piştevaniya jinan hêz da min. Min got ku hin kes ji bo min rabûne ser pêyan. Min got, tu tişt neqediyaye. Min got, hin kes li pişyta min in. Ez bawer nakim ku qediyabe. Zû yan dereng ez ê bigihêjim encamekê. Niha ez ji berê bihêztir im. Min ji xwe re rûpeleke nû vekir. Mirov li cem min in. Hindik ma ez bi serbilindî li ser pêyan bisekinim. Zû yan dereng ger ne îro be jî, sibe ez ê hesab bipirsim. Heta hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim. Ji xeynî têkoşîna li dikî van kesan, tu şensekî jinan tune ye. Divê ew hesab were pirsîn, yan na tiştên ku hatine serê min wê sibe bên serê hin kesên din jî. Ev kes, niha bi serbestî digerin û karên xwe dikin. Divê tu kes li hemberî van bêdeng nemîne. Ez êdî natirsim. Dema min piştevaniya jinan dît ez wêrek bûm. Lewma ez natirsim.”
 
MA / Ahmet Kanbal