Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da

  • jin
  • 16:39 13 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku berpirsyarê tacîza çawişê pispor a li Şirnexê û bûyerên piştre îktîdar e û wiha got: “Em ê bi mezinkirina piştevanî û rêxistiniya jinan bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî bûyera tacîzê ya çawişê pispor daxuyaniyeke nivîskî da
 
‘POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ QIRÊJÎ BI DESTÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ TÊ MEŞANDIN’
 
Di daxuyaniya xwe de wiha hate gotin: “Tevî ku tundî û qetlîamên li ser jinan roj bi roj zêde dibin, polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinên kurd jî bi taybet bi destê artêşa tirk a girêdayî hikûmetê jî her ku diçe tên zêdekirin. Polîtîkayên şerê qirêj ên desthilatdariya mêrparêz li Kurdistanê bi destê ‘hêzên ewlekariyê’ yên hikûmetê tên meşandin.
 
BI NECEZAKIRINÊ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJÎ REWA DIKIN
 
Bûyera li Şirnexê ya tacîzê ya çawîşê pispor ê tirk jî girêdayî polîtîkaya şerê taybet a hikûmetê ye ku hikûmetê bi salan e Şirnex kiriye navenda van polîtîkayên xwe yên qirêjî. Berteka gel û jinan helwesta li hemberî polîtîkayên hikûmetê yên qirêj e. Hikûmet bi xwe ji bûyerên li Şirnexê berpirsiyar e. Ji bo ku hikûmet sûcên li dijî jinan, bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê rewa dike, ew bi xwe berpirsiyar e.
 
DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME
 
Em ê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên ku jinan hedef digirin, bi awayê herî xurt têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nehêlin ku hikûmet sûcên xwe yên li dijî jinan veşêre. Li dijî polîtîkayên şerê taybet yên hikûmetê em ê hevgirtin û rêxistinbûna xwe xurttir bikin û bersivê bidin polîtîkayên wan ên qirêjî.
 
Em ê li dijî tundiya dewletê ya mêrparêz hevgirtina xwe xurttir bikin û em ê bi hev re jiyaneke wekhev, adil û azad ava bikin."