Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 16:40 13 Nîsan 2024
  • |
img
EDÎRNE - Jina bi navê P.A. li Edîrneyê ji hêla hevjînê xwe B.A. ve hate qetilkirin ku di qonaxa hevberdanê de bûn. 
 
Jina bi navê P.A. (22) li Edîrneyê ji hêla hevjînê xwe B.A. (22) ve hate qetilkirin ku di qonaxa hevberdanê de bûn. Piştî welatiyan agahî dan, polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. P.A. ku bi çekê birîndar bûbû, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Kujer B.A. ji cihê bûyerê reviya û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.