Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da

  • jin
  • 21:57 13 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya kantona Dêrazorê îşkenceya li 3 jinên gundê Ebû Herdûma Dêrazorê hatiye kirin, bi daxuyaniyekî şermezar kir.
 
Meclisa Kombûna Jinan a Xeta Şerqî ya kantona Dêrazorê sûc û tundiya li dijî jinan bi daxuyaniyekî şermezar kir. Hevseroka Meclisa Gelan a Demakratîk Îman El Mirkaz daxuyanî xwend û got: "Em sûcên li dijî jinan şermezar dikin."
 
Îmanê di daxuyaniyê de sûc û îşkencekirina 3 jinan a li gundê Ebû Herdûm ê rojhilatê Dêrazorê ya di 10`ê nîsanê de qewimîbû, bi bîr xist û bang li rayedaran kir ku faîl werin girtin û bi cezayên herî giran werin cezakirin.