Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin

  • jin
  • 23:24 13 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kirin ku ew ê bi pêngava dest pê kirine bibin dengê xweparastinê.
 
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê têkildarî pêngava '“Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) hatiye destpêkirin, li Meclîsa Gel a Serdeştê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
 
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzidî daxuyanî xwend. Avesta Êzidî bi bîr xist ku di pêşengiya TAJÊ de pêngava “Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” hatiye destpêkirin û wiha got, “Em jî weke Yekitîya Jinên Ciwan ên Şengalê tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê re radigihînin. Ji bo em siyaseta qirkirinê hilweşînin, her yek ji me bibe dengê xwe parastinê. Em ê bi ruhê pêngava bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî serbixe azadî’ tev li kampanyayê dibin û bi rengekî çalak cihê xwe tê de bigirin.’’