Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê

  • rojane
  • 12:37 19 Tebax 2022
  • |
img
EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1'an a Turkoglû ya Mereşê tên ragirtin, diyar kirin ku ji ber ku tedawiya bi kelemçe qebûl nakin li wan didin û wan têxin hucreyan.
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1'an a Turkoglû ya Mereşê tên ragirtin ku bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn, diyar kirin ku ew rastî muameleyên kêyfî tên û mafên wan yên sereke tên astengkirin. Girtiyan ji malbatên xwe re ev tişt gotin: "Leşker û gardiyan bi tevgerên provakatîf dixwazin bûyeran derbixin. Pirsgirêka ku rojê saetekê av berdanê ya ku demeke dirêj dom dikir hat çareserkirin lê dema ku em diçin revîr û nexweşxaneyê dixwazin me kelemçe bikin. Dema ku em vê yekê qebûl nekin jî li me didin û nahêlin em tedawî bibin. Mafê me yê tedawiyê tê xespkirin. Hevalên me yên ku ev sepan qebûl nekirin hatin derbkirin û ew xistin hucreyan."