Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe

  • rojane
  • 13:47 19 Tebax 2022
  • |
img
DENÎZLÎ - Songul Îlker li ber Girtîgeha Denîzliyê ji bo lawê xwe yê girtiyê nexweş Ekîm Polat çalakiya rûniştinê daye destpêkirin hefteyek li pey xwe hişt. 
 
Ekîm Polat girtiyê nexweş e û li Girtîgeha Denîzlyê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Polat ji bo dawî li astengiya astengkirina mafê tedawiya wî bê anîn dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dayika Polat, Songul Îlker ji bo balê bikişîne ser rewşa lawê xwe 7 roj in li ber Girtîgeha Denîzliyê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Îlker anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya lawê wê di roja 19’emîn de berdewam dike û xwest astengiyên li pêşiya tedawiya lawê wê bên rakirin û ji bo silametiya lawê wê jiyana xwe ji dest nede li ber xwe dide.