Ji bo Abdullah Ocalan bang li baroyan kir: Divê baro li dijî tecrîdê bi peywira xwe rabin

  • rojane
  • 09:58 7 Kanûn 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk bang li baroyan kir ku li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi peywira xwe rabin û wiha got: “Bicihanîna hiqûqê li welatekî temînata parastinê ye. Yên ku nûnertiya parastinê dikin jî baro ne.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev zêdetirî 20 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû û serlêdanên piştî wê rojê tevek jî bêbersiv hatin hiştin. Parêzerên Ocalan di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Dadgeriyê, bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa sala 2021’an de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Qedexeya hevdîtinê di 18’ê mijdara 2021’an de bi dawî bû lê îcar jî hinceta cezayên “disipllînê” tê nîşandan. Her wiha di meha hezîrana îsal de ji Kurdistan û Tirkiyeyê 765 parêzeran, ji 22 welatan jî 350 parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê heta niha jî tu bersiv ji van serlêdanan re nehatine dayîn. Li ser vê yekê, parêzeran ji bo ku baroyên bajaran di mijara tecrîdê de bikevin nava liv û tevgerê daxwazname dan baroyan. 
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şukran Ozturk, têkildarî serlêdana ji bo Baroya Îzmîrê kirin û tecrîda li Îmraliyê axivî. Ozturk, diyar kir ku weke OHD’ê wisa difikirin ku tu aliyê hiqûqî ya tecrîda li Îmraliyê nîne û wiha got: “Dema serlêdaneke hiqûqî hate kirin, erênî yan jî neyînî divê bersivek were dayîn. Lê ev 20 meh in ev serlêdan bêbersiv tên hiştin. Divê tecrîd bi dawî bibe û li gorî mewzûatên hiqûqê tevbigerin. Divê em vê mijarê weke mijareke ku bûye rojeva welêt û faşîzm binirxînin. Ji ber ku tekane sedema bicihneanîna hiqûqê, nêzikatiya faşîzan a desthilatdariyê ye. Helwesta êrişkar a desthilatdariyê ya di demên dawî de û zexta li ser rêxistinên civaka sivîl, nîşaneya vê rastiyê ye.” 
 
NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
 
Bi domdarî Ozturk bal kişand ser serlêdanên li dijî derhiqûqiyên tên kirin û wiha domand: “Di meha hezîranê de 765 parêzerên OHD’î bi daxwaza hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din re serî li Dozgeriya Bursayê dan. Lê hêj bersivek nehatiye dayîn. Divê ev yek tenê weke hevdîtineke bi miwekîlan re neyê nirxandin. Dema em li halê ku civak ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd ketiyê dinihêrin, dibînin ku bi sepana tecrîdê re gelê kurd hêj jî tune tê hesibandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê muxatabên wê bikarin biaxivin. Em dizanin ku bi vê yekê re dê pirsgirêk çareser bibe û aştî pêk were.” 
 
SERLÊDAN 
 
Ozturk, destnîşan kir ku ji ber vê sedemê dixwazin bangawaziyên xwe bigihînin her kesî û hemû saziyan û wiha pê de çû: “Di parastina mafên mirovan de ji ewil divê baro biaxivin. Em dixwazin berpirsyartiyên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) û baroyên bajaran bi bîra wan bixin. Mebesta me ya serlêdanan ew e ku ji bo bersivandina daxwaza 765 parêzeran, rakirina tecrîdê û bicihanîna sepanên hiqûqê berpirsyartiyên wan bi bîra wan bînin da ku peywira xwe bi cih bînin. Me di demên berê de jî serî li gelek saziyên civaka sivîl ên neteweyî û navneteweyî da. Bi saya piştevaniyan jî, em ê ji bo şikandina vê rewşa nebersivdayînê û tunehesibandinê tişta ji destê me tê bikin.”
 
'TECRÎD DI NAVA CIVAKÊ DE BELAV BÛ’ 
 
Di berdewamê de Ozturk bi lêv kir ku divê hemû kes pê bizane ku tecrîd êdî civakî bûye û wiha bi dawî kir: “Me hêj di serî de gotibû; ‘Îstîsnayên hiqûqê nabe. Dema we li dijî kesekî bêhiqûqtî kir, ev bêhiqûqtî li tevahiya civakê belav dibe.’ Ev gotina me jî pêk hat. Tecrîd ji ewil li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî dest pê kir. Piştre li hemû girtîgehan belav bû. Ji hevdîtinên parêzer û malbatan heta yên bi telefonê û nameyan, tevek jî di sala 2021’an bi rêziknameyekê re ji înîsiyatîfa rêveberiyê re hiştin. Vê jî kir ku biryarên derhiqûqî bên dayîn. Êrişên îro li ser civakî jî bandora vê tecrîdê ye. Li welatekî temînata parastinê, bicihanîna rêgezên hiqûqê ye. Yên ku nûnertiya parastinê dikin jî baro ne. Divê TTB û baroyên bajaran li dijî tecrîdê bikevin nava hewldanan. Banga me ew e ku baro peywira xwe bi cih bînin.” 
 
MA / Tolga Guney