Malbatên girtiyan: Em deyndarên têkoşîna zarokên xwe yên girtî ne û bi wan re ne

  • rojane
  • 13:04 7 Kanûn 2022
  • |
img
AMED  - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de yek ji xizmên girtiyan Reşahat Ada diyar kir ku ew deyndarên têkoşîna zarokên xwe yên di zindanan de ne û wiha got: “Em bi zarokê xwe re ne û bejna xwe li hemberî têkoşîna wan ditewînin.” 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mabesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hatibû destpêkirin didome. Çalakiya malbatan di roja 386’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê jî piştgirî dan malbatan. 
 
Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdûlsena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada anî ziman ku zêdetirî saleke daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Bila zixt û zordariyê li girtiyan nekin û înfazên wan neyên şewitandin. Em dixwazin ku girtî bên tedawîkirin. Me lîsteya girtiyên nexweş dabû partiyên li Meclisê û wan jî soz dabûn ku dê li ser mijarê bisekinin. Lê Meclis vebû û ew jî li ser soza xwe nesekinîn. Heya ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li cem girtiyan bin. Em îro deyndarên tekoşîna zarokên xwe yên di zindanê ne û em bejna xwe li ber wan ditewînin."
 
BERTEK NÎŞANÎ GIRTINA MANAP DA
 
Bi domdarî Ada bertek nîşanî girtina girtiya bi navê Şadiye Manap ku 30 salan di girtîgehê de mabû û piştî berdanê dîsa hatibû girtin û wiha bi dawî kir: “Hevala Şadiye 30 salan di girtîgehê de ma û hate berdan. Lê çawa ku hate berdan, dîsa hate girtin. Hevala Şadiyeyê 30 salan li ber xwe da û dê dîsa li ber xwe bide.” 
 
Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edelet"  bi dawî bû.