Greva giştî ya li Îranê di roja 3’yemîn de ye

  • rojane
  • 14:53 7 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva giştî ya li Rojhilat û Îranê di roja 3’yemîn de berdewam dike. Ji bilî dikandaran gelek xwendekarên zanîngehê jî tev li grevê bûn. 
 
Serhildana azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 3 meh in berdewam dike. Greva giştî ya ku li bajarên Rojhilat bi armanca şermezarkirina êrîşên hêzên rejîmê hatibû destpêkirin di roja 3’yemîn de didome Greva giştî ku li bajarên Kirmanşan, Sine, Îlam, Mahabad, Rewanser, Pawe, Merîwan, Seqîz, Bane, Bokan, Dîwandere, Qirwe, Kamyaran, Şîno, Dêwlan, Ciwanro, Îslam Abad a Rojava berdewam dike. Li bajarên Îranê yên Şîraz, Buşehr, Kerec, Esfehan, Lahîcan, Qezwîn û çend bajarên din jî derabeyên xwe venekirin. 
 
Hate diyarkirin ku di serî de li Tehranê xwendekarên zanîngehê li gelek bajaran tev li greva giştî bûn û dibistan boykoy kirin.