ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e

  • rojane
  • 12:39 8 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Navenda Giştî ya ÎHD’ê têkildarî zarokê 5 salî Erdem Aşkan ku wesayîta zirxî lê da û kuşt, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo qetilkirina Aşkan wiha got: “Mirina Aşkan ne qeza lê cînayet e. Divê faîl bên darizandin.” 
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta zirxî li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir. Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî mirina Aşkan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Geverê wesayîta zirxî ya ji hêla personelê leşkerî ve dihat ajotin li zarokê 5 salî yê bi navê Erdem Aşkan da û Aşkan jiyana xwe ji dest da. Dema ev bûyer pêk hatî hem dayik û hem jî xwişk-birayên Aşkan li cem bûn. Em baş dizanin ku di nava deh salên dawî de bi dehan zarok ji ber wesayîtên zirxî jiyana xwe ji dest dan. Weke Komeleya Mafên Mirovan me berê jî diyar kiribû ku faîlên van bûyeran nayên cezakirin û vê yekê jî rê li ber mirinên gelek zarokên din vekir. Tevî hemû hişyariyan jî ev banga me nehat guhdarîkirin û Erdem Aşkan jî encama vê polîtîkayê ye. Lewma mirina Aşkan ne qeza lê cînayet e. Em dixwazin ku bûyer û cînayetên li qadên lîstikê yên zarokan jî di nav de, li qadên civakî hatine kirin bên lêkolînkirin û faîlên wan bên darizandin.”