Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin

  • rojane
  • 12:53 8 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dîlan Karakoç di encama serdegirtina malê ya li Menemenê de hate binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de li navçeya Menemen a Îzmîrê polîsan bi ser malekê de girtin. Di encama serdegirtina malê de endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Karakoç hate binçavkirin. Di dema serdegirtinê de polîsan bi saetan li malê lêgerîn kirin. Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de derheqê Karakoç de biryara girtinê hatiye dayîn. Têkildarî sedema binçavkirina Karakoç tu agahî nehatin parvekirin. 
 
Hat zanîn ku Karakoç sewqî midûriyeta emniyetê ya li Konak Çankayayê.