Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Rayedarên dewleta tirk piştrast kirin ku ji kesên êrişa Moskovê pêk anî 2 jê hefteyek berê hatine Tirkiyeyê û bi heman balafirê çûne Rûsyayê. Rayedar got ku daxwazeke girtina êrişkaran a Rûsyayê nehatiye kirin. 
 
Di 22’yê adarê de li patexta Rûsyayê Moskovê êrişek hate kirin û 139 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên dewleta tirk piştrast kirin ku 2 êrişkar çendek hefteyan hatine Stenbolê. Rayedarekî tirk ji New York Timesê re axivî û dîroka hatin û çûna her du êrişkaran eşkere kir. Rayedarê ku navê xwe nedayî, hatina Farîdunî Şamsîdîn ê 25 salî û Saîdakram Murodalî Raçabalîzoda yê 30 salî ya Tirkiyeyê vegot. 
 
Rayedarê payebilind got ku ji êrişkaran Saîdakram Mûrodalî Raçabalîzoda di 5’ê çileyê de hatiye Tirkiyeyê û 16 rojan li Fatîhê di hotêlekê de ma ye. Li gorî vê yekê; Raçabalizoda di 2’yê adarê de ji Stenbolê çû Moskovê. Farîdunî Şamsîdîn jî di 20’ê sibatê de hate Tirkiyeyê. Sedema serdana xwe jî tijebûna dema vîzeya rûs nîşan da û got ku neçar ma ye welêt terk bike. Şamsîdîn jî di dawiya sibatê de 6 rojan li hotêleke Fatîhê ma û di vê navberê de wêneyên xwe yên Stenbolê li ser medyaya dijîtal parve kir. Şamsîdîn, di 2’yê adarê de tevî Raçabalîzoda bi heman balafirê ji Stenbolê çû Moskovê. 
 
XWE BI GOTINA ‘DAXWAZA GIRTINÊ TUNE BÛ’ PARAST 
 
Rayedar got ku ji ber ku derheqê Raçabalîzoda û Şamsîdîn de daxwazeke girtinê tune bû, bi serbestî geriyane. Lê rayedarî têkildarî bê ka van kesan li Tirkiyeyê plansazî û amadekariyên êrişa li dijî Moskovê kirine yan na tu agahî neda.