Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan

img
AMED - Ji bo mitînga Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji navend û navçeyên derdorê bi wesayîtan mirov hatin veguhestin. Şagirtên dibistanên seretayî û navîn jî di destê wan de al ji dibistanê birin qada mitîngê.
 
Berî mitînga Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan a li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixe li bajêr, ewlehiyeke berfireh hate girtin. Beriya mitîngê rojekê qeyûmê bajêr ê tayinkirî Walî Alî Îhsan Sû aşkere kir ku ew ê gelek rê ji çûn û hatina wesayîtan re bên girtin. Rêyên ku diçin Qada Îstasyonê bi barîkatan hatin girtin û li ser banê xaniyan jî polîsên Tîmên Taybet hatin bicihkirin. Li ser rêyên tevahiya bajêr bi hezaran polîs hatin peywirdarkirin û qada mitîngê bi mirovên ji der û dorê anîbûn dagirtin.
 
Hate zanîn ku xebatkarên di saziyên dewletê de dixebitin jî bi darê zorê xwestin tev li mitîngê bikin. Hate îdiakirin ku Midûriyeta Perwerdehiyê ya navçeya Bismilê, bi peyama ji midurên dibistanan re şandî ye de ferman daye ku karkerên ÎŞKUR TYP’ê beşdarî mîtîngê bibin. Di peyamê de wiha hatiye gotin: “Gelî hevalan, tevahî xebatkarên ÎŞKUR’ê yên li dibistan/saziyên me dixebitin sibê (27.03.2024 Çarşem) saet di 10:00’an de li ber Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê amade bibin, rica dikin ku xebatkarên ÎŞKUR’ê bên agahdarkirin.”
 
Ji şagirtên zanîngehê re jî ev peyam hate şandin: “Şagirtên birêzdar sibehê birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Îstasyonê bi gel re tê bahev.”
 
JI XAÇERÊYA SEYRANTEPEYÊ VEGUHESTINEKE ZÊDE HATE KIRIN
 
Li milê din li Xaçerêya Seyrantepeyê gelek wesayitên hatibûn nimrekirin veguhestina qada mitîngê hate kirin. Li ser wesayîtan nimreyên weke “Farqîn 114” , “Qulp 176”, “Hênê 38”, “Karaz 1” hatibin nivîsîn jî balkêş bû ku wesayît bi pîlaqeyên weke 34, 49, 72, 23 û 67 bûn. Hate dîtin ku bi wesayîtên taybet jî mirov veguhestin qada mitîngê. Ji bajarên weke Zonguldak, Êlih, Mêrdîn, Stenbol, Aydin û Erziromê jî veguhestin hate kirin.
 
Bi fîrmayeke taybet ya otobusên Amedê jî veguhestin hate kirin, fîrmayê bi flamayê AKP’ê navê xwe veşart. Nêzî qada mîtîngê jî 30 mîtroyan carekê barikat hatin danîn û alên tirkan belavî beşdarvanan kirin. Li tevahî sûkê jî di asta herî jor de kontrol hebû.  
 
Şagirtên dibistanan jî veguhestin qada mîtîngê. Şagirtên ku ji dibistanan derxistin, al xistin destên wan û birin qada mitîngê.