Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê

img
STENBOL - Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî û hevala wê re şandibû hatiye girtin, li girtîgehê rewşa wê aloz bû û rakirin nexweşxaneyê. 
 
Derheqê dayika bi navê Hatîce Yildiz a 75 salî de bi hinceta ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” doz hatibû vekirin û 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 4 sal û 2 meh cezayê hefsê dabû. Piştî ku dadgeha îstînafê biryar erê kirî, Yildiz li ser sedyeyê ji mal hatibû derxistin û hate girtin. Hat zanîn ku Yildiz a gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene, li girtîgehê rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. 
 
Polîsên ku di 23’yê adarê de çûn mala Yildiz a li Esenyurt a Stenbolê, Yildiz li ser sedyeyê ji malê derxistin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. 
 
Nexweşiyên weke tansiyona bilind, çav, fitqa piştê û xwarbûna pirûskê yên Yildiz hene. Ji ber van nexweşiyan jî rakirin nexweşxaneyê. 
 
Îroj roja hevdîtinê bû û dema xizmên Yildiz ji bo serdanê çûn girtîgehê, jê re hate gotin ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadî Konukê hatiye kirin. 
 
Parêzerên Yildiz ji bo miwekîla xwe duh serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn.