Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!

img
STENBOL - Ji bersûcên doza cînayeta Hrant Dînk rayedarê Îstîxbarata Cendirmeyan Veysel Şahîn diyar kir ku wan agahiya cînayetê 6 meh beriya cînayetê girtine. Şahîn, da zanîn ku wan bi fermana Midûrê Şaxa Îstîxbarata Cendirmeyan a Trabzonê Metîn Yildiz, weke ku agahî rojekê piştî cînayetê hatibe ber destê wan, rapor amade kirine.
 
Der barê rayedarên ku di qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk de berpirsyariya wan hene de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryarên hatine dayîn ji hêla Dadgaha Bilind ve hatin betalkirin. Der barê 15 bersûcan de darizandin jinûve dest pê kir.
 
Di doza li 14’emîn Dadgeha Cezeyê Giran a Stenbolê hatiye lidarxistin de Alî Oz, Bekîr Yokuş, Faruk Sari, Gazî Gunay, Hasan Durmuşoglu, Mehmet Ayhan, Mehmet Alî Ozkiliç, Muharrem Demîrkale, Okan Şîmşek, Onur Karakaya, Osman Gulbel, Şukru Yildiz, Veysel Şahîn, Volkan Şahîn û Yavuz Karakaya ji sûcên “kuştina bizanebûn”, “hewldana jiholêrakirina pergala destûra bingehîn”, “endamtiya rêxistina terorê”, “endamtiya rêxistina ji bo kirina sûc ava bûye” tên darîzandîn. 
 
Di danişîna sêyemîn a îro hatiye lidarxistin de ji bersûcên girtî rayedarên Îstîxbarata Fermandariya Cendirmeyan a Trabzonê Okan Şîmşek, Veysel Şahîn û Gazî Gunay amade bûn. Ji parêzerên malbata Dînk Hulya Devecî, Sebuh Aslangîl û Emel Atakturk tev li danişînê bûn. 
 
Di danişînê de dozger ji bo mutalaya xwe amade bike dem xwest. Bi ser vê yekê dadgehê mafê axaftinê da bersûcan. 
 
‘ME AGAHIYA CÎNAYETÊ DA YILDIZ’
 
Ji bersûcan Veysel Şahîn di parastina xwe de diyar kir ku wan agahiya cînayeta Dînk dane Midûrê Îstîxbaratê yê Trabzonê û serheng Metîn Yildiz. 
 
Bersûc Veysel Şahîn der barê bûyerê de wiha axivî: “Me agahî da Metîn Yildiz. Piştî cînayetê îfadeyên Coşkun Îgcî derketin holê. Alî Oz xwest em agahiyê veşêrin. Me rapora xwe weke ku rojek piştî cînayetê agahî ji me re hatibe amade kir. Fermandarê min Okan Şîmşek e. Me berî 6 mehan agahiya cînayetê girtibû lê belê wekî ku rojek piştî cînayetê agahî gihiştibe ber destê me, rapor amade kir. Ferman wisa bû.”
 
‘QEY DIXWAZIN RASTIYÊ VEŞÊRIN?’
 
Ji bersûcan Okan Şîmşek jî di parastina xwe de ev tişt gotin: “Me agahî ji Coşkun Îgcî girt û roja din jî gihand Metîn Yildiz. Em tev li civîna nirxandina agahiyê bûn. Mîralay Alî Oz got ‘Em ê piştre biaxvin’ û mijar girt. Ma qey dixwazin rastî dernekevin holê? Em li Stenbolê bi hinek kesan re peywirdar bûn. Çima îfadeyên wan kesan nehatin girtin?” 
 
Ji bersûcan Alî Oz ê 3 sal in di malê de tê hefskirin, daxwaza guhertina tevdîrên kontrola edlî kir û  xwest tev li danişînê bibe. 
 
Bersûcên din jî daxwaza berdanê kirin. Parêzerên mafê axaftinê stendine destnîşan kirin ku ew ê piştî mutalaya dozger parastinên xwe bikin. 
 
DANIŞÎN TALOQÎ 31’Ê GULANÊ HATE KIRIN
 
Dadgehê biryarên xwe yên navberê eşkere kir. Dadgeh bi yekitiya dengan biryara domandîna girtina 7 bersûcan û domandina şertên kontrola edlî da û danişînê taloqî 31’ê gulanê kir.