Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!

img
RIHA - Şaredariya Wêranşarê ya AKP’î bi îdiaya ku “hewcehiya wî bi alîkariyê heye û derfetên wî yên madî nînin” 70 hezar lîre alîkariya pereyan daye zêringir Mûstafa Baş ê rêveberiya AKP’ê ya navçeyê kiriye. 
 
Belgeyên têkildarî alîkariya li kesên ku tê diyarkirin “alîgir in”, fatoreyên naylon û neliretiyê yên aydê Şaredariya Weranşar a Rihayê ya di bin rêveberiya AKP’ê de ye, li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Bi dehan belgeyên ku li ser hesaba Facebookê ya bi navê “Vîranşehîr Derîn Arşîv Ekîncî” hatin parvekirin, di demekî ku ji hilbijartinê re kêm wext maye de belgeyên nelirêtiyê hatin parvekirin. 
 
Di du belgeyên hatin parvekirin de tê dîtin ku ji rêveberê AKP’ê yê navçeyê yê berê Mûstafa Baş ê niha li Stenbolê zêringir e 70 hezar lîre, ji Omer Farûk Serîn ê li navçeyê eywana wî kebaban heye re jî 38 hezar lîre alîkariya pereyan hatiye kirin. Di dayîna pere ya ji aliyê yekeya xizmetê ya şaredariyê ve di 7’ê adara 2024’an de hate kirin de hate îdiakirin ku Baş û Serîn “hewcehiya wan bi alîkariyê heye û derfetên wan ên madî nînin”. Di belgeyên hatin parvekirin de navên Şaredar Salîh Ekîncî, Midûrê Xizmeta Piştgiriyê Nîhat Kilinç û Cîgirê Şaredar Yilmaz Gozen hene. Di belgeyan de balkêş e ku Baş û Serîn bi daxwaznameyê serî li şaredariyê dane. 
 
AKP’IYAN DANÛSTANDIN KIRINE
 
Di nava belgeyên hatin parvekirin de fatorayên boyaxên ku ji şîrketa bi navê Guven Tîcaret ku aydê Serokê AKP’ê yê Navçeyê Alî Tekîn hatine kirin jî cih digirin. Tê dîtin ku di 12 fatorayên ku di navbera dîrokên 10’ê çileya 2022’yan û 7’ê adara 2024’an hatin kirin de, bi komî 2 milyon û 328 hezar û 974 lîre pere dane Tekîn. AKP’iyeke din ku berhem firotine şaredariyê jî Seroka Baskê Jinan a Berê ya AKP’ê Asiye Bîlîcî ye. Bîlîcî ku keça wê di şaredariyê de weke karmenda bipeyman dixebite, di navbera 28’ê tebaxa 2022’yan û 29’ê çileya 2023’yan de bi 3 fatoreyên cûda bi komî bi bihayê 152 hezar û 130 lîre perde firotine şaredariyê. 
 
JI GUNDÊN AKP’Î RE XIZMET!
 
Di belgeyên ku hatine parvekirin de yek noxteyeke din a balkêş jî xizmetên ku li gundên ji AKP’ê re dengên bi komî dane re hatine kirinin. Ji bo izolasyona banê mala şînê û pêkanîna şebê ya li gundên Kûnaftar û Dilopî ya di 31’ê çileya 2024’an de ji Mare Înşaet ku xwediyê wê Arhangazî Aydogdû yê AKP’î ye re bi komî 360 hezar û 912 lîre hatin kirin. Di her du gundan de jî di hilbijartina giştî ya dawiyê hate kirin de ji AKP’ê re dengên komî hatibûn bikaranîn. Li gundê Mexmerî jî ji bo karê çêkirina 4 tuwaletên mala şînê ya di 21’ê sibata 2024’an de jî ji heman şîrketê re 444 hezar lîre pere hate dayîn. Li vî gundî jî ji bo AKP’ê dengên komî hatibûn bikaranîn.
 
831 HEZAR LÎRE FATOREYA GAZA XWEZAYÎ
 
Ji bo sîdankên ku di navbera dîrokên 26’ê mijdara 2021’an û 8’ê Hezîrana 2022’yan de hatin çêkirin jî 374 hezar û 60 lîre pere hatiye xerckirin. Ji ber ku sîdank hatine texrîbkirin di roja me de nayên bikaranîn. Fatorayên ku ji aliyê Aksa Dogalgazê ve ji hewza avjeniyê ya aydê şaredariyê ye û ji bikaranînê re girtiye re hatine birîn jî bi bihayên zêde derdikevin pêş. Bihayê 6 fatorayên ku di navbera dîrokên 2’yê çileya 2024’an û 7’ê adara 2024’an de hatine birîn, 831 hezar û 462 lîre ye. Di belgeyeke din a hatiye parvekirin de jî bihayê ava vexwarinê ku şaredariyê di 15’ê sibata 2024’an de kirîne nîşan dide. Tê dîtin ku ji bo 4 hezar qoliyên ava vexwarinê ji şîrketa Karacadagê re 160 hezar lîre pere hatiye dayîn. 
 
Her wiha di gelek belgeyên hatin parvekirin de berhemên ku siyasetmedarên AKP’î û kesên nêzî xebatkarên şaredariyê firotine û îhaleyên wergirtine cih girtin.