Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin

img
MÛGLA -  Gelek kesên ji bo rayên xwe li bajarên xwe bikar bînin serî li DEM Partiyê dabûn, ji navçeya Bodromê bi rê ketin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dest bi şandina hilbijêrên bitevger ên ji bo bajarên xwe rayên xwe bikar bînin serî li wan dane kir. Li Otogara Torbayê ya navçeya Bodrumê ya Muglayê îro 60 hilbijêrên bitevger bi rê ketin. Hate zanîn ku hilbijêr ber bi Agirî, Riha, Şirnex, Wan û Amedê ve bi rê ketine. Hilbijêrên bitevger ji aliyê Namzetên Hevşaredariyê yên Bodrumê yên DEM Partiyê Zûhal Macît û Mehmet Polat û gelek partîyiyan ve hatin birêkirin.
 
Serap Kalkan ku di xebatên DEM Partiyê yên hilbijêrên bitevger de cih digire, anî ziman ku heta niha gihiştine 700 hilbijêrên bitevger. Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de got heta roja hilbijartinê ji tevahî Muglayê ew ê hilbijêrên bitevger rêbikin bajarên wan.
 
PEYAMÊN HILBIJÊRAN
 
Yek ji hilbijêrên bitevger Bayram Zengîn da zanîn ku ew diçe Sêwerega Rihayê û wiha got: “Ez li raya xwe xwedî derdikevim û bang li herkesî dikim ku li raya xwe xwedî derkevin.”
 
Ahmet Tarim ê ku diçe Şirnexê jî wiha got: “Em li raya xwe û partiya xwe xwedî derdikevin. Ji bo partiya xwe em derdikevin rê û em ê biserkevin.”
 
Mîthat Demîroglu jî diyar kir ku ew ê biçe Colemergê û got: “Ez jî ji bo xwedî li raya xwe û vîna derkevim, dikevim rê. Bila herkes raya xwe bikar bîne. Raya me ji DEM partiyê re ye.”
 
Hilbijêrekî din ê bi navê Sezgîn Îren jî ku diçe Sêweregê wiha got: “Ez bang dikim ku herkes li raya xwe xwedî derkeve û biçin bajarên xwe raya xwe bikar bînin.”
 
Feyyaz Guzel jî diyar kir ku ew ê biçe Amedê raya xwe bikarbîne.