Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya

NAVENDA NÛÇEYAN  - Siyasetmedara kurd Leyla Zana çû serdana Nobeta Edaletê ya li Êlihê û wiha got: “Nasnameya azadiyê, nasnameya dayikan e. Ne tenê li zindanan, di nava çar dîwarên malê de jî têkoşîneke mezin meşandin. Heke ne ji têkoşîna wan bûya, niha zimanê me tune bûbûya.”  
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê hatiye destpêkirin di roja 114’an de dom kir. Nobet li avahiya DBP’ê ya Rezanê hate domandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
Di tevahiya çalakiyê de beşdaran stran gotin. 
 
ÊLIH 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 55’an de li avahiya DBP’ê ya bajar dom kir. Siyasetmedara kurd Leyla Zana, namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, TJA, rêxistinên DBP û DEM Partiyê û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya bajar hatin serdana çalakiyê. 
 
Leyla Zana û şandeya pê re bi coşeke mezin û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Dayikan di serdanê de banga mezinkirina têkoşînê kirin. Zana jî got ku dayikên kurd pêşengtiya têkoşînê dikin û got ku berxwedana dayikan pîroz e. 
 
‘DAYIK HER TIM LI SER PÊYAN E’
 
Zana, wiha domand: “Destpêka vê tevgerê bi berxwedana dayika bû. Ev têkoşîn 44 sal in didome. Ev 44 sal in dayik ji bo mafên xwe yên edalet, azadî û mafên mirovan têdikoşin. Li tu deverekê cîhanê dayikan wiha bi domdirêjî ne têkoşiyane. Ez di wê baweriyê de me ku cîhan berxwedana dayikên kurd dibîne. Ji sala 1989’an heta niha dayik li ser pêya ne û xwedî li hebûna xwe derdikevin. Xwedî li zarokên xwe yên girtî û keda xwe derketin. Me bi komeke biçûk dest pêk ir lê niha em bûne bi milyonan kes.
 
‘QEDEXEKIRINA ZIMANAN ŞERMA VÎ WELATÎ YE’ 
 
Ne tenê li Kurdistanê, li her devera cîhanê ev têkoşîn domiya. Ev têkoşîn ji bo edalet, azadî û aştiyê tê dayîn. Ez di vê baweriyê de me, nasnameya azadiyê nasnameya dayikan e, ne tenê li zindanan heman têkoşîna mezin li nava çar dîwaran de jî bedewam kir. Heke ji têkoşîna wan nebûya, dê zimanê me tune bûbûya. Divê hemû gel bikarin bi awayeke azad siyasetê bikin, çanda xwe bijîn. Lê li vî welatî ziman tên qedexekrin. Ev yek şerma vî welatî ye. Di sedsala 21’emîn de ji bo zimanê kurdî weke zimanê nayê zanîn tê gotin. Bi şimaqên mamoteyan û copên gardiyanan tirkî hînî me kirin. Madem hûn dibêjin em bira ne, wê demê vaye hûn jî hînî kurdî bibin û dengê wan bibihîsin.” 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê di avahiyê DBP’a Mêrdînê de, di roja 80’emîn berdewam dike. Di çalakiya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan didomînin de perwerdeya zimanê zikmakî hate dayîn û stranên berxwedanên hatin strandin. Di nobetê de gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Atiye Yilmaz bi bîr xist ku ew 80 roj in Nobeta Edaletê didomînin û anî ziman ku ew aştî û azadiyê dixwazin. Yilmaz destnîşan kir ku ew azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dixwazin û ev tişt gotin: “Êdî zilma te bes e Erdogan.” Yilmaz da zanîn ku ew wek Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ji bo azadî û aştiyeke birûmet têdikoşin û wiha pê de çû: “Em ji bo riyekê vekin di Nobeta Edaletê de ne. Em ê heya encamekê digirin dê nobeta xwe bidomînin.” 
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 48’an de dom kir. Nobet li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bayrakliyê hat domandin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Girtiyên nexweş berdin” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Kortak di nobetê de axivî û got ku ew di meha remezanê de bangî Wezareta Dadê dikin. Kortak, xwest ku girtiyên nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin bên berdan. Kortak, rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha domand: “Ev bû 3 sal Rêbertiya me nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bila îktîdar vê baş bizane; çi bike jî nikare Rêbertiya gelê kurd û girtiyan bi tenê bihêle. Çareseriya pirsgirêka kurd bi rakirina tecrîdê pêkan e û divê rêyên çareseriyê bên peydakirin. Em tecrîdê qebûl nakin û dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin.” 
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin jî di roja 115’an de bi tevlibûna gelek kesan li avahiya komeleyê hate domandin. Ji Dayikên Aştiyê Nafiye Şivan di çalakiyê de axivî û got ku ew dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Nobet, bi stranên dayikan, dirûşm û tililiyan bi dawî bû.