Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir

img
ENQERE - Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, serdana navendên giştî yên TÎHV û ÎHD’ê kir û bernameyên xwe yên hilbijartinê vegot. 
 
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana navendên giştî yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir. 
 
Turkdogan di serdanên xwe de bi Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci re hate bahev. 
 
Turkdogan di serdanên ku ji çapemeniyê re girtî de bernameya partiya xwe ya hilbijartinê vegot.