Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê

img
ENQERE - Çalaiya Nobeda Edeletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê di roja 63’emîn de berdewam kir. Polîsan destûr neda ku EMEP'î piştgiriyê bidin nobeda Şenyaşarê.
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 63’yan de berdewam kir.
 
Deriyên wezaretê ku li Emîne Şenyaşar hatibûn girtin, vê carê jî polîsan nehiştin endam û rêveberên Partiya Kedê (EMEP) biçin serdana wê. Endamên EMEP’ê neçar man ji cem Şenyaşarê veqetin.
 
Emîne Şenyaşar ku li ber wezaretê fitara xwe kir, piştî fitarê ji wir çû.