Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn

img
SÊRT - Li navçeya Hawêl a Sêrtê di navbera du koman de li ser namzetiya keyatiyê şer derket. 4 jê giran 8 kes birîndar bûn.
 
Li gundê Bayikan ê navçeya Hawêl a Sêrtê du alî ji ber namzetiya keyatiyê ketin qirika hev. Di pevketinê de çek hatin şixulandin. Li ser tenduristkar û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di pevketinê de 4 jê giran 8 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û gund ji aliyê cendirmeyan ve hat dorpêçkirin.