Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin

img
MÊRDÎN - Namzeta hevşaredariya DEM Partiyê Devrîm demîr ku li Mêrdînê navçe bi navçe xebatan dimeşîne got: “Em ê li Kurdistanê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin. Em ê bersiveke xurt bidin vê pergalê.”
 
Li Mêrdînê û navçeyên wê xebatên hilbijartinê didomin û namzet bi gel re tên gel hev. 
 
NISÊBÎN
 
Li Nisêbînê  heyeta ku namzetên hevşaredariyê Selahattîn Ay û Gulbîn Şahîn Daghan, parlamenter Berîtan Guneş Altin jî nav de çû serdana karkerên tekstîlê. Broşur û pusûleyên hilbijartinê hatin belavkirin û namzetan got ku wê qeyûman bişînin. Her wiha li navenda Nisêbînê jî broşur hatin belavkirin. 
 
DÊRIK
 
Li Dêrikê jî bi tevlibûna namzet Cengîz Temellî û Songul Ozbahçecî û parlamenter Kamuran Tanhan hevdîtina gel pêk hat. 
 
QOSER
 
Li Qoserê namzetên hevşaredariyê Hamdiye Bîlek Turgay û Zeynî Îpek çûn serdana esnafan û pirsgirêkên esnfan guhdar kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanê heyetê da. Parlamenter Berîtan Guneş di serdanê de axivî û got  ew di hilbijartinê de piştgiriyê dixwazin.
 
ŞEMREX
 
Li Şemrexê jî namzetên hevşaredariyê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr û parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan çûn serdana esnaf û welatiyan. Di sedanê de pirsgirêkên esnafan hatin guhdarkirin. George Aslan li wir axaftine kir û gotin divê ew di 31’ê Adarê de bersivek wisa bidin ku xwedî li îradeya xwe derkevin.
 
RIŞMIL
 
Namzetên Rimilê Songul Tunç û Samî Îldem û namzetên hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk û  Devrîm Demîr ligel hev çûn serdana taxên Sûrê, Tuxûbê, Zeytuna, Aluca û Kuruma. Devrîm demîr ku li Mêrdînê navçe bi navçe xebatan dimeşîne got: “Em ê li Kurdistanê bi rêjeyeke zêde bi er bikevin. Em ê bersiveke xurt bidin vê pergalê.”