Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf

img
EDENE  - Girtiyê bi navê Lokman Yalçin ku li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tê ragirtin got ku madeyên birînê avêtine cihê hewadariya wan û ewlehiya canê wan tune ye. 
 
Girtiyê bi navê Lokman Yalçin ku li Girtîgeha Tîpa T a Xelata Bedlîsê tê ragirtin, li ser telefonê binpêkirinên li girtîgehê parve kir. Xizmê Yalçin, Tevfîk Yalçin da zanîn ku ev 2 heftene li girtîgehê êrişên provakatîf li dijî girtiyan tên kirin.  
Yalçin ev agahî parve kir: “Ev nêzî du hefte ne kesên ji sûcên cuda hatin girtin û li qawîşên li rex qawîşên me tên ragirtin, madeyên birîndarkirinê, birînê û hwd. diavêjin cihê hewadariya me. Ewlehiya me ya can tune ye. Me ev rewş bi rêveberiya girtîgehê re parve kir lê midaxile nekirin. Em dixwazin rayedar di vê mijarê de bikevin nava tevgerê.” 
 
Tevfîk Yalçin jî got ku ji ber van bûyeran bifikarin û bang li Wezareta Dadê kir ku li peywira xwe rabe.