Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin

img
AMED - Li gundê Kabê yê girêdayî navçeya Sûr a Amedê, 15 xwendekarên ku dibistan pê dan paqijkirin, ji ber malzemeyên di nava wan de kimyasal hebûn jehrî bûn, rakirin nexweşxaneyê. 
 
Xwendekarên ku li Dibistana Seretayî ya Fehmî Taşkin a li gundê Kabê yê li navçeya Sûr a Amedê paqijî pê dane kirin, ji ber malzemeyên di nava wan de kimyasal hebûn jehrî bûn. Di bûyera ku sibê qewimî de 15 xwendekarên bi jehrê ketin rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr. Ji 15 xwendekaran 9 piştî li ser piyan hatin dermankirin, ji nexweşxaneyê derketin û tedawiya 6 xwendekaran didome. 
 
Li gorî îdiayan, xwendekarên ku li gorî telqîna “em pola xwe paqij bigirin” a rêveberiya dibistanê tevgeriyan, bi malzemeyên ku kimyasal di nava wan de hebû û ji malên xwe anîbûn di navbera dersê de dest bi paqijiyê kirin. Hate zanîn ji ber tevlihevbûna kîmyasalên cuda, xwendekar bi jehrê ketine.