Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 22:41 14 Nîsan 2024
  • |
img
MÛŞ - Zaroka 7 salî ku li navçeya Têlî ya Mûşê kete çem û avê ew 500 mîtroyan bir, jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Têlî ya Mûşê zaroka 7 salî ku kete çem jiyana xwe ji dest da.  
 
Asya Arat a li gundê xwe yê girêdayî navçeyê bi xwişk û birayên xwe re ji bo komkirina rêvas a li çiya şîn dibe derket, dema vedigeriyan malê kete çem. Zaroka ku avê ew nêzî 500 mîtroyan bir, bi alîkariya kesên li derdorê ji avê hate derxistin. 
 
Arat a tîmên tenduristiyê yên li ser îxbarê hatin cihê bûyerê mudaxile kir, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Têliytê. Arat a ji vir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hate kirin, tevî hemû mudaxileyan nehate xelaskirin.