Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin

  • rojane
  • 23:00 14 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, aşker kir ku têkildarî qezaya teleferîkê ya li Antalyayê 5 kes hatine girtin. 
 
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, aşkere kir ku têkildarî qezaya teleferîkê ya li Antalyayê ji 14 gumanbaran 5 kes hatine girtin. Tûnc, da zanîn ku 8 kes bi şertê kontrola edlî û kesek jî bi awayekî asayî hatiye berdan. 
 
Tunçê ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da, diyar kir ku lêkolîna cihê bûyerê û lêkolîna keşfê ya berfireh hatiye kirin û di çarçoveya lêpirsîna edlî de ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hatiye destpêkirin, ji aliyê şandeya pispor ve pêş rapor hatiye amadekirin. Tûnç di parvekirina xwe de wiha got: “Pêş rapora di çarçoveya lêpirsînê de ji aliyê şandeya kesên pispor ve hate amadekirin, îfadeyên gilîkaran û parastinên gumanbaran bi hev re hatine nirxandin û ji 14 gumanbaran 5 ku xebatkar û rayedarên fîrmaya xeta teleferîkê bi rê ve dibe û fîrmaya ji lênêrîn û tamîrkirina xeta teleferîkê berpirsyar di nav de hatine girtin, derbarê 8 gumanbaran de biryara berdana şertê kontrola edlî hatiye dayîn û kesek jî hatiye berdan. Têkildarî bûyera ku em hemû xemgîn kirin lêpirsîna edlî bi hemû aliyan ve tê meşandin.”