Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?

  • rojane
  • 09:02 15 Nîsan 2024
  • |
SÊRT - Gelê Sêrtê ku bendewariyên xwe yên ji Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi vegotin, wiha got: “Li dijî şaredariya qeyûm a bi feraseta yekperest dihate birêvebirin, divê şaredariya me herkesê wekehev bibîne.”
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Sêrtê bi ferqeke mezin şaredarî bidest xist û serdema qeyûm bi dawî bû. Gelê Sêrtê bendewariyên xwe yên ji Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi vegotin.  
 
Mehmet Emîn Ogûz, diyar kir ku tevî bi hezaran “hilbijêrên veguhestî” desthilatê winda kir û gel qezenc kir û anî ziman ku bawer dike wê hevşaredar xizmeteke baş bikin. Ogûz, da zanîn ku hin pirsgirêkên sereke yên bajêr av, rê û qenalîzasyon in û xwest ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. 
 
Celal Sûçîn jî bi lêv kir ku qeyûm li bajêr tu xizmetan nake û wiha got: “Rê berbad in. Pirsgirêka me ya paqijiyê heye. Bi taybetî havîna borî gelek pirsgirêka avê hate jiyîn. Li malan av nebû. Em bawer dikin ku ev dê bên çareserkirin.”
 
‘SÊRT DÊ XWEŞIK BE’ 
 
Haydar Montavaci, bi lêv kir ku li bajêr qadeke ku aktîvîteyên civakî lê bikin nîne û anî ziman ku ji bo ciwanan cihên weke parka hawizê, eywana sporê dixwazin. Montavaci, wiha dom kir: “Ev tişt ji bo ciwanan tiştên girîng in.”
 
Zekî Elçîçek, diyar kir ku desthilat tevî hemû “hîleyan” li Sêrtê biserneket û bi lêv kir ku di serdema qeyûm de neheqî û zext hebûn. Elçîçek ê ji bo hevşaredarên hilbijartin got ku “Hewce nake em bêjin xizmetê bikin, ji xwe ew xizmetê dikin” destnîşan kir ku ji vir û şunde Sêrt dê xweşik be.
 
DAXWAZÊN JI BO JIN Û CIWANAN
 
Şemsettîn Aydin, anî ziman ku qeyûmê di serdema hilbijartinê de hemû saziyên dewletê dan xebitandin 7 hezar “hilbijêrên diz” anîn bajêr û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî gel xwedî li vîna xwe derket. Aydin, bi lêv kir ku qeyûm “ji diziyê” zêdetir tiştek nekir û bendewariyên xwe yên ji hevşaredaran wiha rêz kirin: “Ciwan hemû bêkar in. Bi rastî jî divê şaredarî destê xwe dirêjî ciwanan bike. Xwezaya Sêrtê pir xweşik e. Heke şaredarî projeyên xweşik têxe meriyetê dê herkes qala Sêrtê bike. Dikarin tûrîzmê bi pêş ve bibin, dikarin parkan çêbikin. Li bajêr pirsgirêkên jinan hene. Her roj jinek tê kuştin, tundî lê tê kirin. Şaredarî dikare komîsyonên îknayê ava bike û serdana malbatên pirsgirêkan dijîn bike. Dikare derfetên kar ava bike. Dikare ji bo jinan atolyeyên xurt ku bikarin debara xwe bikin ava bike. Divê her mirov zimanê xwe yê dayikê biaxive. Divê şaredarî vê teşwîq bike û saziyên ku xebatan bikin ava bike. Divê temsiliyeteke wiha were avakirin ku hemû gelê Sertê wekehev, weke xwişk û birayan bê dîtin. Li dijî şaredariya qeyûm a bi feraseta yekperest dihate birêvebirin, divê şaredariya me herkesê wekehev bibîne. Divê herkes ji şaredariyê wekehev sûdê bibîne.”
 
QADÊN KU DIVÊ ŞAREDARÎ DEST BIAVÊJÊ 
 
Yilmaz Dalkiliç ê keyfa wî hat ku namzetê AKP’ê bi serneket jî wiha got: “Ekrem Olgaç Sêrt kêrî bû. Di serdema wî ya Serokatiya Bajêr de hemû xizmên wî, alîgirên wî di nava saziyên dewletê de bû. Di dema şaredariya Ekrem Olgaç de wesayîta şaredariyê li min da. Ez 11 mehan di nava nivînan de mam, ji bo daxwazên derbasbûnê nehat. Ewqas qure bûbû. Ji mirovan dûr bû, ji ber qurebûna wî silav nedida tu kesî. Ji bo ku em ji wî xelas bûne şikir dikin. Heke bibûya şaredar da ev mirov perîşan bibin.”
 
Dalkiliç, diyar kir ku di serdema qeyûm de binesazî hate texrîbkirin û anî ziman ku di barîneke biçûk a baranê de cade vediguherîn golê. Dalkiliç, bi lêv kir ku qeyûm heta niha tiştek nekiriye û daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Divê ji vîna gel re rêz bê girtin. Ez bawer im di 5 salên pêşiya me de dê DEM Partî li Sêrtê bilind bibe. Ji ber ku em gelek bi paş de man. Divê bi taybetî binesazî were çêkirin. Ajokarên otobusên şaredariyê dema qeyûman de sefer dereng dikirin û heqaret li welatiyan dikirin. Divê dest biavêjin vê jî. Qadên heşîn ku malbat bikarin lê rûnin lazim in. Mesele Baxçeyê Milet heye lê ew der bûye cihê serseriyan. Mirov nikarin malbata xwe bibin.”
 
PROJEYÊN JI BO JINAN
 
Yek ji welatiyên ku ji encamên hilbijartinê gelek keyfxweş e jî Zekiye Baka ye. Baka xwest ku ji bo jinan projeyan têxin meriyetê wiha got: “Atolye û qursên ku hem jin bikarin xwe bi pêş ve bibin û hem jî debara xwe bikin dikarin bên vekirin.”
 
PEYWÎRA ŞAREDARIYÊ XIZMET E
 
Berzan Coşer jî bi bîr xist ku peywîra esas a şaredariyê xizmeta ji gel re ye û wiha got: “Divê rayedar ewilî ji gelê xwe re rêzê bigirin. Gelek pere ji vê cadeyê re (Cadeya Gures) hatin xerckirin lê rewşa wê ya berê ji vî halî xweşiktir bû. Pirtûkxaneya kurdî hebû, qeyûm girt. DEM Partiyê şaredarî bi deynekî zêde dewr girt. Budçeya şaredariyê diyar e. Dema bi trilyonan deynan şaredarî hate dewrgirtin xizmet jî nayê kirin. Em ji şaredariyê dixwazin ku tiştên qeyûm xera kirine jinûve çêbike. Pişt re daxwaza gel û peywîra şaredariyê diyar e.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel