Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne

  • rojane
  • 09:02 15 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 141’an de didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. 
 
Girtiyên siyasî piştre di di 12’ê sibatê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinê neke, biryar dan ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê nîsanê de bi ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin. 
 
ÇALAKÎ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ
 
Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger a ku me heta niha dimeşand, di 4'ê Nîsana 2024'an de bi dawî dikin, rojbûna 75'an a Rêberê xwe, lehengiya kedê ya mezin bi hezkirin û dilsoziyeke mezin silav dikin, 4'ê Nîsanê ku rojbûna azad e di serî de li Rêber Apo li şehîdên têkoşîna azadiyê, li gerîlayên bi fedaî şer dikin, li gelê me û gelan pîroz dikin. Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”
 
BERXWEDANA GIRTIYAN DI ROJA 141’AN DE DIDOME
 
Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin, di roja 141’emîn de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.