Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin

  • rojane
  • 09:54 15 Nîsan 2024
  • |
img
TEKÎRDAG - Girtî Bakir Ozturk ê di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re ya dawî de têkildarî çalakiya xwe ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” axivî, xwest ku hemû beşên civakê ji bo wan bibin dengek.
 
Girtiyên siyasî yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiyê de ne, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger ji 4’ê nîsanê ve veguhestin qonaxeke nû. Girtiyan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinan.
 
Girtî Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re ya dawî de destnîşan kir ku heta tecrîd ranebe dê çalakiya wan berdewam bike. Girtî Ozturk ê di axaftina xwe ya bi telefonê de bang li ciwanên welatparêz kir, ev tişt gotin: “Ez û hevalên xwe heta ku tecrîda li ser serokatî ranebe ne bi telefonê diaxivin ne jî bi malbatê re hevdîtinê dikin. Li derve peywîrek dikeve ser milê we, dengê me ji herkesê re ragihînin. Di medyaya dîjîtal de, li CÎMER’ê û Wezareta Dadê dengê me ji her derê re ragihînin. Banga me li hemû gelan û ciwanên welatparêz e. Divê piştgiriyê bidin Serokatiya me û bikin ku demildest tecrîd were rakirin.”
 
‘ME SERÎ NETEWAND, EM Ê NETEWÎNIN’ 
 
Birayê Ozturk, Îbrahîm Ozturk jî destnîşan kir ku herkesên xwedî wijdan divê li dijî vê rewşê bêdeng nebin û banga hestiyariyê kir. Ozturk, axaftina xwe wiha domand: “Em weke gelê kurd bi salan e bindest in. Lê me qet li dijî vê rewşê serî netewand û em ê netewînin. Ez dixwazin vê bi taybetî destnîşan bikim. Şertên girtîgehê zor in. Dema em weke malbat çû serdana dawî jî em rastî lêgerînên der mirovî hatin.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Ozturk, bi bîr xist ku çalakiya kekê wî û girtiyên din berdewam dike û got: “Ez bang li mirovên xwedî wijdan dikim, di serî de ciwan û hemû beşên civakê divê bibin dengê hevalên me yên di girtîgehan de.”